Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrusa Covid-19ê da li Mêrdîn, Sêwas, Yozgat, Çanakkale, Gumuşhane, Giresûn, Çankiri, Çorûm, Wan, Meletî û Kutahyayê jî di nav de li 18 bajaran 39 kolan, gund û gundik di bin karantînayê de ne.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniyek weşandiye gotiye ku di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) de li bajarokekê, 6 tax, 28 gund û 4 mezrayên 18 bajaran, tevahî 39 cihan karantîna heye.
Di daxuyaniya Wezaretê da hatiye gotin ku îro ji saet 15.15an pê va li tevahiyê Tirkiyeyê li 39 cihan bi biryara lijneyên hifzisihhayê yên bajar û navçeyan va karantîna hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: "Li bajarokekê, 6 tax, 28 gund û 4 mezrayên 18 bajaran, tevahî 39 cihan karantîna heye. Ev karantîna ji bo tevdîrê ye, ji bo ku şewba vîrusa koronayê belav nebe û jiyana welatiyên me nekeve talûkeyê û li van cihan îzolasyona civakî pêk bê tê kirin."
Di 27ê Adarê da ji ber vîrusa Covid-19yê bajaroka Kendîrlî û 4 gundên ser bi bajarê Rîzeyê girtibûn bin karantinayê.
Mêrdîn
Li Şemrexê, navçeya Mêrdînê gundî Dirînê jî di bin karantînayê de ye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesekî ji Stenbolê çûye gund, nexweş ketiye. Piştî testa wî pozitîv derketiye. Li ser vê rewşê biryara karantînayê ji bo gundê Dirînê hatiye standin.
Li Buxurê, gundê Dêrikê jî piştî testa gundiyekî pozitîv derketiye heman biryar ji bo vî gundî jî hatiye standin.
Sêwas
Ji ber vîrusa koronayê 5 gundên navçeyên Sûşehrî, Koyûlhîsar û Akincilarê yên ser bi Sêwasê girtine bin karantîna yê.
Li gorî daxûyanîya Walîtîya Sêwasê, ji ber vîrusê li gundê bi navê Şenbaglara navçeya Akincilarê, gundên Boyali û Dîleklîya navçeya Koyûlhîsarê û gundên Gokçekaş û Boyalicaya navçeya Sûşehrîyê biryara karantînayê hatîye girtin.
Herweha li daxuyanîyê da hatîye dîyarkirin, hatûçûna van gundan hatîye qedexekirin.
Yozgat
Li gor daxuyanîya Walîtiya Yozgatê, ji bo kontrolkirina vîrusa koronayê di çarçoveya xalên 27 û 72em yên qanûna Umumî Hifzissihhayê da di 29ê Adarê pêve li gundê Derbenta ser bi navendê ye biryara karantînayê hatîye stendin.
Çanakkale
Qeymaqemîya Çan a Çanakkaleyê daxuyanî daye û gotîye, Komîsyona Hifzissihayê ya Navçeyê li gundê bi navê Maltepeyê biryara karantînayê stendîye.
Meletî
li gor daxuyanîya Walîtîya Meletîyeyê, Komîsyona Hifzissihayê ya Navçeyên Darende û Arapgîrê biryar dane kolana İlicaya Darendeyê û kolana Egnîra navçeya Arapgîrê bigirine bin karantîna yê.
Gumuşhane
Walîtîya Gumuşhaneyê dîyarkirîye û gotîye, di çarçoveya tevdîrên li dîjî vîrusa Covîd-19yê da biryara karantînayê li gundê Yukari Kulaca ya ser bi navçeya Şîranê ye hatîye stendin.
Gîresûn
Li gor daxuyanîya nivîskî ya Walîtîya bajarê Gîresûnê, ji bo kontrolkirina vîrusa koronayê di çarçoveya xalên 27 û 72em yên qanûna Umumî Hifzissihhayê da biryara karantînayê li gundê bi navê Karadîkmena navçeya Çamolûkê stendîye.
Çankiri
Li daxuyanîya nivîskî ya Walîtîya bajarê Çankiriyê hatîye dîyarkirin, Komîsyona Hifzissihayê biryar dane ku gundê Alîozu ya navçeya Çerkeşê bigrine bin karantîna yê.
Kutahya
Walîtîya Kutahyayê eşkere kirîye û gotîye, li gundê bi bi navê Yeşîldereya navçeya Sîmavê nexweşek koronayê hatîye tespîtkirin. Ji ber vê gund girtine bin karantîna yê.
Herweha bi biryara walîtîyan çûnûhatina gundên ku di bin karantînayê dane qedexe ne.
Çorûm
Li Sûngûrlûyê, navçeya Çorûmê jî gundek ji ber metirsiya belavbûna koronavirusê di bin karantînayê de ye.
Gundê bi navê Oyacayê testa gundiyekî pozîtîv derketiye û ji ber wê ketin û derketina nava gundî hatiye qedexekirin. Cendermeyan li derdora gund tedbîr standine û tîmên tenduristiyê kontrolan dikin.
Wan
Li Wanê gundek û 2 mezra (gundik) ji ber şewba vîrusê xistin qarantînayê. Li Navçeya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li Navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber şewba vîrûsa corona xistin qarantînayê.
Welatiyê ku ji Stenbolê çûye Gundê Esenyamaçê yê Elbaka Wanê birine nexweşxaneyê. Di testa welatiyî de Covid-19 derketiye û piştî ew gund xistine qarantînayê.
Li Navçeya Şaxê ya Wanê jî mezgirkên Çemîk û Tellikaya yên girêdayî gundê Alacayerê di xwîna welatiyekî de covid-19 derketiye. Piştî test pozitîv derketiye gundik xistin qarantînayê.
Gundê Xanê yê navçeya Ebexa Wanê 4 rojin, ji ber vîrûsa corona di qarantînayê de ye. Welatiyê ji Stenbol hat Xanê di xwina wî de vîrûs hat dîtin û ji 27'ê Adare heta niha gund di qarantînayê de ye. (TP/AY/FD)