Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku Stenbol jî di nav de li 16 bajaran bi ser malan de hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtina malan de 58 kes hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de Yerlîkaya kesên hatine desteserkirin bi îdiayên ku “propagandaya rêxistinê kirine”, “li dijî qanûna bi hejmar 2911an derketine” û “fînansoriya rêxistinê kirine” tawanbar kir.