Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî hûrgiliyên qedexeya derketina derve ya ji bo roja şemiyê û yekşemê aşkere kiriye.
Beriya qedexeya derketina derve roja îniya 29ê Gulanê market, fêkîfiroş, qesab û çerezfiroş wê heta saet 23.00ê vekirî bin.
Roja şemî û yekşemê wê firin û şêranîfiroş ên xwedî destûr vekirîbin.
Di 30ê Gulanê de market, fêkîfiroş, qesab û çerezfiroş dê ji saet 10.00 heta saet 17.00ê vekirî bin.
Li gorî biryara Wezaretê sazî û dezgehên giştî yên tendirustiyê, dermanxane, klînîkên beytaran û nexweşxaneyên ajalan dê vekirî bin. Her wiha di 30 û 31ê Gulanê de tenê dê xwaringehên ku siparişan dibin malan wê vekirî bin.
Bajarên ku ji bo 2 rojan biryara qedexeya derketina derve hatiye stendin ev in:
Enqere, Balkesir, Bursa, Eskişehir, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Dîlok, Wan û Zongûldak. (EKN/AY/FD)