* Fotograf: Özge Elif Kızıl - Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî biryarnameyek ji bo tedbîrên Covid-19ê weşandiye. Li gorî vê biryarnameyê li 14 bajaran, şahiya sinetkirinê, şeva hinê û hemû bernameyên cemawerî ji 26ê Tebaxê û pê ve qedexe kiriye.
Wezaretê ev biryar ji bo van bajaran daye: Edene, Agirî, Enqere, Bûrsa, Çorûm, Amed, Erzirom, Dîlok, Kayserî, Konya, Mêrdîn, Riha, Wan û Yozgat.
Li van bajaran divê şahî û mehrbirîn di nava saetekê de biqedin.
Li salonên dawetan wê destûr neyê dayîn ku govend bê girtin û lîstik bê lîstin. Dîsa li van bajaran kesên temenê wan 65 û berjortir û zarokên temenê wan ên ji 15yan kêmtir ên ne xizmên bûk û zavayî bin wê nekaribin beşdarî van bernameyan bibin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, di van bernameyan de herî hindik endamekî hêza asayişe (polîs, cenderme an jî zabite) wê amade be û rewşê kontrol bike.
Kesên ku li gor van biryaran tevnegerin wê werin cezakirin
Her weha li tevahiya Tirkiyeyê li saziyên dewletê, ji bilî xizmetguzariya xwaringehan û ava pakêtkirî, her cure xwarin û vexwarin ji bo demekê hatiye qedexekirin.
Kesên ku li gorî van biryaran tevnegerin wê cezayê pereyan li wan were birîn. (AS/FD)