Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Wezareta Karên Hundir daxuyand ku wan li 11 bajêran operasyon pêk anîne û di encamê de 235 kes hatine binçavkirin:
“Li 11 bajaran li dijî PKK/KCKê 235 kesên hatine tespîtkirin ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê dikin, hatine binçavkirin.”
STENBOL
Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser malên rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan. Di serdegirtinan de heta niha 20 siyasetmedar hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Hevseroka HDPê ya Stenbolê Aysel Guzel, hevserokên HDPê yên navçeyên Esenyûrt, Gungoren, Uskudar, Avcilar û gelek navçeyên din jî hene.
Polîsan her wiha avêtin ser avahiyên partiyê yên bajar û navçeyan, derî şikandin û li nava avahiyan lêgerîn kirin.
EDENE
Polîsên Tirk li Edeneyê jî avêtin ser malên rêveber û avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan. Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz û Gulseren Tural jî di nav de 25 kes binçavkirin. Polîsan 25 kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Operasyon ji aliyê 500 polîsan, maşînên zirxî, TOMA, helîkopterên polîsan û tîmên taybet ve hat meşandin.
MANÎSA û MÊRSÎN
Polîsan li Manîsayê jî bi ser avahiya HDPê û malên HDPiyan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê HDPê yê Manîsayê Ahmet Ertaş jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê jî polîsan bi ser gelek cihan de girtin û di encamê de 51 kes hatine binçavkirin.
ENQERE
Li Enqereyê jî di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin binçavkirin ku di nav de Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî û rêveberên navçeyan hene. Her wiha rojnamevan Kenan Kirkaya jî hatiye binçavkirin.
RIHA
Li Rihayê jî di serdegirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Hîlwanê Yûsûf Kebecî hate binçavkirin.
KAYSERI
7 kes hatin binçavkirin.
ÎZMÎR
Gelek hevserokên HDPê jî tê de 11 kes hatin binçavkirin.
DÎLOK
Rêvebir û Hevserokên HDPê û DBPê jî tê de 36 kes hatin binçavkirin.
COLEMÊRG
Hevseroka HDPê ya Rêxistina Colemêrgê Evin Konur û Hevseroka DBPê ya berê Zubeyde Bor hatin binçavkirin.
SÊRT
Li Sêrtê jî welatiyeke ku navê wî nehat zanîn hat binçavkirin.
(YY/YO)