Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daye destpêkirin de, di serî de Stenbol li 10 bajaran bi ser malan de hat girtin û 39 kes hatin desteserkirin.
Kesên ku berê di nava Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de xebitîne û Hevserokê Giştî yê Partiya Avakirina Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP) Mertcan Titiz jî di nav kesên desteserkirî de ne.
Lêpirsîn li ser bingeha îdîayên îtirafkarekî hatiye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 52 kesan biryara desteserkirinê hatiye derxistin û ji wan 8 kes li derveyî welat in, 2 kes jî di girtîgehê de ne.
Bi ser 42 malan de hat girtin
Ji bo desteserkirina 42 kesên din, li Stenbolê 25 û li Enqere, Adana, Antalya, Aydin, Balikesir, Amed, Xarpêt, Mersîn, Mugla û Rihayê jî 17 bi tevahî bi ser 42 malan de hat girtin.
Di girtina ser malan de 39 kes hatin desteserkirin û hat zanîn ku operasyonê kesên ku berê di serdemên cuda de di nava têkoşîna sosyalîst de cih girtine jî kiriye armanc.
(FY/AY)
