Li 11 bajaran di encama serdegirtinên malan de 75 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karûbarên Hundir Alî Yerlîkayayî zanyariya desteserkiriyan, ragihand.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, nava desteserkiriyan de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal, Hevserokên Rêxistina Bajarê Îzmîrê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek siyasetmedar jî hatin desteserkirin.
Polîsan bi ser avahiyên rêxistina navçeyên Bûca û Konakê yên Îzmîrê yên HDPyê de jî girtin.
Biryara desteserkirina 23 kesan hate dayîn
Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, lêpirsînek derbarê parvekirinên medyaya civakî de da destpêkirin. Li gorî vê nûçeyê, Serdozgeriyê biryara desteserkirina 23 kesan daye û îdia kiriye ku peyamên wan ên derbarê êrîşa Enqereyê ya 1ê Çiriya Paşiyê “propagandaya rêxistinê ye.”
Lê nayê zanîn ku bê ka çend ji wan hatin desteserkirin. (TY/FD)