Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li taxên Yakinca, Bahminin, Kaleli, Guzelsu, Yol, Dibek, Uçyol, Dagici, Şekrin û Eskihisar ên navçeya Nisêbîna ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, di çarçoveya operasyonên ku wê li van taxan pêk bê de, li gorî xalên Yaseya Bireveberiya Bajar a hejmar 5442, bi armanca ku ewlekariya mal û jiyana welatiyan bê parastin, biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Derbarê Nisêbînê de
Yek ji navçeyên Nisêbînê ye. Hejmara navendê 97 hezar û 156 e. Li başûrê wê Sûriye heye.
Li gorî zanyariyên ku di malpera Qaymeqamiya Nisêbînê de navçe ji 23 tax, 67 gund û
Taxên Doganli û Kuyular ku qedexe lê hatine ragihandin di malperê de weke ‘gund’ derbas dibin.
Di 11ê Îlona 2016an de Ergun Baysal ji bo şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) weke qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredarên DBPî Sara Kaya û Cengiz Kok di 26ê Rêbendana 2017an de hatin girtin.
Encamên Hilbijartina Giştî ya 1ê Mijdara 2015an:
HDP (%89,38), AKP (%8,62), CHP (%0,63), MHP (%0,55)
Encamên Hilbijartina Giştî ya 7ê Hezîrana 2015an:
HDP (%90,42), AKP (%6,53), MHP (%0,80), CHP (%0,37)
(NY/FD)