Fotograf: Cansu Yildiran / KaosGL
Havîn û Yildiz du kesên LGBTI+ ne û her weha kurd in. Havîn û Yildiz dibêjin him ji ber nasnemaya wan a kurdî him jî ji ber ya cinsî cidakarî li wan tê kirin. Piştî Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê Recep Tayîp Erdoganî, Melih Bulu weke rektor şande ser Zanîngeha Bogaziçiyê û çalakiyên protestoyî hatin kirin, cidakarî û gotinên nefretperest li hemberî LGBTI+yên li zanîngehê û yên din zêdetir bûn.
Ji ber di pêşangeheke de li Zanîngeha Bogaziçiyê li cem wêneyê Kabeyê alên LGBTI+yan hatiye danîn polîsan hin kes desteser kirin ku kesên LGBTI+ jî di nava wan de hebûn. Her weha piştî vê li ser medyaya civakî LGBTI+ weke hedef hatin nîşandan.
Me ji Yildiz Îdîl Şen, Endama Meclîsa LGBTI+yan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) “Hûn wekî kurdeke LGBTI+ rastî cihêkarîyên bi çi awayî tên?” pirsî:
“Bêguman, wekî her kesê LGBTI+, ez jî ji ber meyla cinsî û nasnameya xwe ya zayendî bi nefretkirinê re rû bi rû me. Bi taybetî, wekî LGBTI+ a Kurd li vê dîasporayê. Hat nuqteyek wisa ku Suleyman Soylûyî daxuyaniyê wekî ‘rêxistina terorê LGBT’ da ku dê vê nefretê bigihîne pîvanên din û rê li ber hedefgirtinê veke. Weke LGBTI+ a Kurd, em careke din rastî neyartiyekê tên ku gelê Kurd a bi salan tenê ji ber hebûna xwe jîyane.”
Yildiz Îdîl Şen
“Heke LGBTI+ya kurd a koçber bin jiyan dijwartir dibe”
Havîn Ozcan a ku xwe wekî Kuîr dibîne wiha got: “Ez ji ber cihêkarîyên li dijî nasnemaya xwe û meyla xwe ya zayendî û ji ber serdestiya li ser koka min a etnîkî ji civak û jîyanê têm cuda kirin. Binavkirinên wekî terorîst ji hêla dewletê ve min li gel nasnameya xwe ya zayendî hêj bêtir dike hedef. Her wiha, heke hûn kesek LGBTI+ ya kurd a koçber bin, jiyan hîn dijwartir dibe.”
“Cih ji min re vebû û min xwe îfade kir”
Yildiz pêşî fikiriye ku ew ê teqez nikaribe xwe bi kurdan bide fêm kirin. “Lêbelê, cîh ji min re vebû ku ez xwe bidim îfadekirin û him jî ez polîtîze bûbûm. Sedema ez dibêjim gelê kurd dikare bi LGBTI+ yên kurd re werin ba hev ev e ku gelek xalên hevbeş hene.”
Yildizê ji me re diyar kir ku nefret yek e: “Nefreta li dijî LGBTI+yan ne li gorî netewê lê li gorî polîtîkbûne û hişmendîye diguhere. LGBTI+ biçin li Amedê an Enqereyê jî heger ew kes ê ku li hemberî wan ne bîrewer bin ji xwe ew kes ê ji wan nefret bike.”
Havîn Ozcan jî tevlî vê fikre dibe: “Pejirandina kurdan a LGBTI+yan ji pejirandina tirkan a LGBTI+yan ne cuda ye.
Havîn Ozcan
“Heke kesên tirk an jî kurd bibin xwedî hişmendiyeke ku divê nefretê nedin û polîtîze bibin wê cîh ji me re vebe. Di vir de em ê ji wan re bibêjin ku nefreta em dibînin ne tenê nefretek şexsî ye, lê nefretek birêxistinkirî û sîstematîk e.”
“Penasekirinên homofobîk ên akademîk jî berhema heman tiştî ye”
Yildiz û Havînê balê kişandin li ser gotinên kurdan yên homofobîk: “Ew cûreya bêjeyên weke ‘qunek, jinbaz, nermo û hwd.’ jîyana me yên ku digel hemî gotinên nefretperest sax mane jî trawmatîze dikin. Van pênasekirinên homofobîk ku di kurdiya akademîk de jî têne bikar anîn, berhema nefreta ku LGBTI+yên kurd bi salan kişandiye. Bikaranîna van bêjeyan ew nefreta ku LGBTI+an kişandine didin vejîn û ew rewşa trawmatîk a ku em jê sax mane jî didin jiyîn.”
Havîn jî weke Yildizê difikire: “Di nav civatê de dema ku yek dixwaze keseke din biçûk bixe peyvên homofobîk bikartîne. Ew peyv wekî dijûn tên bikaranîn. Bikaranîna peyvên wisa ciheke girîng li cihêkarîya di nav kurdan de li dijî LGBTI+yan digre.”
Dema Yildiz û Havîn li ser mijara “heger çi bûbûya me dikaribû xwe ji netewa xwe re baştır bida fêm kirin?” diaxivîn, gotinên xwe wisa bi dawî kirin;
Yildiz: “Ez dixwazim gotinên xwe bi avakirine cihên ku ez ê xwe bikarim bidim îfade kirin û welatek bêyî dagirkerî û azad xilas bikim. Gelek spas.”
Havîn: “Dê ji me re cih vebe dema ku netewa kurd xwe ji feodaltî û kevneperestî dûr bixe û li cem têkoşîna netewî jî şoreşa zayendî pêk were.” (RK/FD)