*Leyla Mexso Berazî û Suna Alan (Fotograf: Suna Alan)
"Deng Bi Perên Kevokan Dikeve" yekemîn pirtûka helbestan a Leyla Mexso Beraziyê ye. Weşanên Avestayê pirtûka Beraziyê di nava seta "Şahmeran"ê de çap kiriye. Di vê setê de pirtûkên helbestvanên jin diweşîne. Leyla Mexso Beraziyê bi nivîsandina çîrokên nûjen ên zarokan dest bi nivîsandina Kurdî kiriye. Di serdana wê ya Londonê de me bi helbestvan Mexso Berazî re hevpeyvînek kir.
Wê got, "Ez karim bêjim ez qeydiyan digrim. Nasname, hafiza, hebûn û pirsên hebûnê, hafizaya çandî ya civakê, bi taybetî min dikşîne nav xwe."
Leyla Mexso Beraziyê di hevpeyvînê de çîroka xwe û pêwendiya ku bi helbesta cîhanê re daniye, vegot.
Leyla Mexso Berazî kî ye? Tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?
Ez li Birûka, (Esentepe/Doluca) gundekî ku li deşta reşkotan malbata min belav bûye, çêbûm ji diya xwe re. Di nav maleke heft kur û şeş keç, sêzdeh xweh û birayan de mezin bûm. Gotin û risteyên Kurmancîya reş, rabûn û rûniştinên bi nirxên eşîrane, di jiyana me yî rojane de tiştekî adetî bû wê wextî. Di nav gotinên dilekî safî de, ko ava xwe ji tasa mirovahiyê ya asta dinyayê vexwariye, li ser bingeheke hişpak hîmê xwe danîne. Di wê atmosferê de kalik, bapîr, metik, ap, dê û bav, xweyê vê mîrateya kevn û qedîm in. Piştî ez gavek wir da ji vê auraya ku di xwezaya xwe de diherike bir dûr ketim û tevlî jiyanên din, kesên din, avên din bûm, tê gihîştim bê çiqas di nav çandeke halxweş, xenî û berfireh de bihuriye zarokatiya min. Li ser rûzemîneke bi her awayî hafizeyeke dewlemend.
Ez li Batmanê çûme dibistana seretayî ku hê Batman weke navçeyeke biçûk û ne bajêr bû. Mala me yî li Batmanê di nav hewşeke mezin de bû. Di nav vê hewşê de sê çar malên ber û pismamên bavê min jî hebûn. Piştî dibistana navîn, ez çûme Lîseya Batmanê. Piştî wê min di zanîngehê de beşa pedagojî / mamosteyiyê xwend û dest bi kar kir. Niha jî li Zanîngeha Enqereyê, (DTCF) di beşa etnolojî / folklorê de dixwînim; perwerdehiya min berdewame.
Çima Leyla Mexso Berazî? Çima ev nasnav?
Navê min Leyla ye (Leyla Ataş). Bavê min ev nav ji navê Leyla Qasimê wergirtiye û li min kiriye. Ew dibêje: "Min navê wê, navê Leyla Qasim li te kir." Mexso navê mala me, malbat û bavikê me ye. Ji me re dibêjin mala Mexso. Niha milekî eşîra Reşkotan e mala Mexso. Mexso Berazî Reşkon bi tevî çend birayên xwe ve ji rojhilat, ji bajarên Kirmanşah û Urmîyê wextê tên vî aliyê welatê xwe, konê xweyî reş, yên ji mûyê bizinan hatiye çêkirin ku av û baran tê re naçe, datînin li gundê Zêdya û Lîçikê. Herdû gundan ava dikin û dikin paytext ji xwe re û ji vir zêde dibin tevî pismamên xwe. Niha çend mil ji hev zêde bûne, warê Reşkotan e ev der. Gundên wan, av, ax û erdên wan hene li vir. Hûn dizanin di civata kurdan de paşnav gelek caran wisa ye, yan bi navê eşîra xwe yan jî bi navê bavikê ku jê hatine têne naskirin ew kes.
Mexso Berazî Reşkon, wextê li Kirmanşah û Urmiye, ber û pismam û eşîra xwe li dû xwe dihêle û tê vî aliyê welat, navê eşîra xwe bi xwe re tîne, ew nav lê ye, Mexso Berazî Reşkon. Bavê min çi wextî behsa bav û bapîrên xwe bike vî navî li raserî teva datîne. Di vê rêzikê de Navê Temo, navê Begê û gelek navan dijmêre, heta tê lê disekine û navê xwe dibêje bi tevî navê bavê xwe re.
"Xwe li ser milê xebatên min î wêjeyê weke kevokekî danî"
Çanda devkî di nav kurdan de ji ber gelek sedeman bi hêz û dewlemendtire ji ya nivîskî. Loma ye jiberkirin bi awayekî berbiçav û bi ihtîşam e. Ev çanda dewlemend dike ku ez gelek tiştan ji nû ve lê bikim. Ew derfeta avakirinê bi min re çêdike. Heke ez vegerim ser pirsa çima ev nav? Ewilî ez dixwazim behsa wextekî ku tesîra heyamekê li min kiriye bikim. Zarokatiya min di nav wan kesan de bihurî ku nizanibûn xwediyê gotin û peyvên qedîm û dêrîn in. Di nav wê atmosfera dilsoz û henûn de apê bavê min Evdirehman axe, giregirek bû. Civata xwe û ya xelkê tev baş nas dikir. Her wiha dîrokzanekî pir zana bû. Gelek kes bi sosyolojîya wan ve nas dikirin; heta heft bavên wan jî dijmart. Textê dîwana xwe li ser hişê min daniye her, di berîka wî de paşxaneya dîrokê, gotinên qedîm û rasteqîniyên îro. Di dema niha de weke bîreke kelepûrê bû, ji kevirekî kevn diherikî. Heredotê kurdan ê serdemê bû.
Wî li derên dûr dinêrî wextê navê bajarên Kirmanşah û Urmiyê hildida û digo: "Em ji wir hatin, em ji eşîra Berazîyan e, ber û pismamên me li wir man.'' Navê keça xwe kiribû Kurdê, lê karmendê nifusê di nasnameyê de Kurdê kiribû Eyşe. Lê tu carî jê re nego Eyşe, wî jî me jî. Bi gotinên xwe qeydên dîrokî û çandî dida destê me ev kesê ji dema xwe wirdatir.
Di nav vê kelepûra têr û tije de ev nav: Mexso Berazî hat û xwe li ser milê xebatên min î wêjeyê weke kevokekî danî. Divê ev nav bûna. Ji xwe ne navekî çêkiriye, navê malbata min e ev nav. Min xwest silavekê bidim paşxaneya wê dîrokê. Ji pêşerojê re nasnameyek bû navê "Mexso Berazî Reşkon" ku li ber siya dareke kevn weşiyabûn ketibûn kefên destên me.
"Min bi çîrokên zarokan destpê kir"
Tu dikarî behsa pêvajoya çapkirina pirtûka xwe ya bi navê "Deng Bi Perên Kevokan Dikeve" bikî?
Dema ez dinivîsim, pirê caran di hişê min de çapkirin an formatek çapê tuneye. Piştî dosya qediya ev hîs bi min re çêbû. Helbet min nego bila çap nebe, lê hinek tişt gazî tiştine din dikin. Bi xwe re tiştine din tînin carna, ev jî wisa bû. Têkiliya min û wêjeyê ji hinga ez hînî xwendinê bûme û vir ve heye. Min helbest, çîrok û gotar dinivîsandin.
Piştî min bi kurdî, bi zimanê xwe xwend, min pêra pêra dest bi nivîsa kurdî kir ji xwe. Ev neh sale bi kurdî dinivîsîm. Min bi çîrokên zarokan dest bi nivîsa kurdî kir. Ewilî min qet çîrokên zarokan nenivîsîbûn. Di kela kela havîna Batmanê de, şevên me li ser textên xaniyan, di bin stêrkên ku bi ser me de dibariyan de dibuhirî. Di wan şevên tebitî de, min di çardeh, pazdeh saliya xwe de ji xweha xwe Welat re, ji berî xwe ve, li ba xwe çîrok li hev dianîn û jê re digotin heta ew bi xew ve diçû. Min ji xwe re lê dikir, lê ne dihatin nivîsîn. Di sala 2014 an de min bi kurdî dest bi nivîsîna çîrokên modern yên zarokan kir. Ev beşa wêjeyê divê meriv bi hûrbînî pê re bilebike. Beşeke berfireh e, ji ber vê divê meriv dîna xwe bide gelek tiştan. Hiş divê hişyar be.
Dûre dosyaya min î helbestan hat kete pêşa min. Wextê dosyeyê devê xwe xiste guhê min û ji min re got, "Êdî tiştek nema tu ji bo min bikî" wê hingê min dosya ji Weşanxaneya Avestayê re bi rê kir. Dosya di nav seta Şahmaranê de derçû ko seteke taybete û ji şairên jin pêk tê. Di vê rêwîtiyê de Weşanxaneya Avestayê bi dilekî xweş û bi dilsozî bi min re meşiya; ez spasiya wê dikim.
"Devê xwe dixim şîrê Kurmancî"
Zimanê te yê Kurdî gelek baş e û bihêz e. Di helbesta te de hêmayên pir xurt hene. Te ew bi hostayî bikar anîne. Bingeha vê yekê xwe dispêre ku gelo?
Belê, Martin Heidegger dibêje: ''Ziman mala hebûnê ye''. Zimanê ku em pê diaxivin, ciyekî mezin digre. Navika pirs û bersivan dadigire, gelek caran pirsên ku em di derbarê hebûna xwe de dikin, wan bi mane dike bi awayekî. Di nav vê rastiyê de ez di nav mala hebûna xwe de piyê xwe dirêj dikim, devê xwe dixim şîrê Kurmancî. Di zimanê Kurdî de bi destê hebûna xwe digrim, li wir bi hêz û berbiçav e.
Her wiha ziman dikare girêkên li ser hiş rake û ramanan berfireh bike. Bi derfetên ziman meriv dikare hêmayên xurt biafirîne. Kurdî zimanekî gelek kevn û qedîm e, vê derfetê dide. Ji xeynê vê di nav vê kelapûr û gencîneya peyvan de helbesta min berê xwe dide ser ava vê kaniya zelal. Meta meyî mezin (meta bavê min Hesîne Xan) û pîrika min, sînor û xetên li dora me xêz kiribûn radikirin û deriyê jiyaneke bêserî û bêbinî vedikirin bi çîrokên xwe. Wê bi gotinan keleh çêdikirin; ji bo me ew kêlî tiştekî bi efsûn bû.
Wê bi gotin û hêmayan em dibirin derên din. Bi mifteya bêjeyan em diçûn cîh û warên me qet nedîtine. Dem û cîh di wê kêliyê de li me diguherî û kirasekî din li xwe dikir. Wextê ronahiya sobeya êzinga dida rûyê me, gupegupa sobê û dilê me bihev re lê dida, lê di çîrokê de em li welatekî din li cihekî din diqerisîn û diweşiyan ji serma. Awirên me yî şelişî û heyirî û zarokatî.
"Demên zarokatiyê dîmenên çarçovekirî ne"
Di hişê min de demên ji zarokatiyê weke dîmenek wêneyê çarçovekîrî dimîne gelek caran, divê hêmayên min jî, tiştên ku ez dixwazim di helbestê de bikim ji vê xetê avê vedixwe.
Weke çemekî diherike, ji dengan digihîje gotinan, ji gotinan digihîje ziman, ji ziman xwe berî nava helbestê dide ziman. Bes ji bo meriv bikaribe zimanekî baş bikarbîne, divê ji xeynî xwendin û nivisînê wexteke baş bide ziman û li ser bixebite jî. Di heman demê de meriv ji rihê gotinên wî zimanî hez bike, nas bike, ji bo bizanibe gotin ji kurê tê û wê li kurê were gotin. Ev jî bi naskirina ziman dibe ancex. Ez ji zimanê Kurdî bi tevî gotin û hevokan, tevî deng, reng û ahengê ve hezdikim. Wextê sibehan serê xwe ji ser balgîvê radikim, xewnên minî kurdî (kurmancî) dimînin li ser. Bi şekirekîre digerin di devê min de gotinên kurdî; di bin zimanê min de dimeyin û şîn tên. Ji bilî wê kurdî (kurmancî) zimanê min e û ez di malekê de mezin bûm ku ji kurdî pêve tu ziman lê nedihatin axaftin. Ji ber vê di xwezayîya xwe de, li ser dara xwe şîn bû.
Têkîliya helbestê ku bi jiyanê re daniye lîrîk be jî, xerca helbestê ziman e, peyv e. Ev rastî xebateke baş li me ferz dike li ser ziman. Divê meriv bixwîne, metnên baş ji van deran derdikevin. Hêmayên baş ji dora kul û êşekê der dibin. Ez wisa me, ez li dora tiştên min aciz dikin diçim û têm bi nivîsê. Ava helbesta min gelek caran ber bi welatekî kavil ve diherike, qelemê min li ber komkujiyekê rûdinê û diponije.
"Ez şahidê serdema xwe me"
Tiştê ji helbesta te dinizile çiye?
Ez şahidê serdema xwe û ji milletekî me ko bi sedan salane di derbarê hebûna xwe de xwediyê çîrokeke dûvedirêj e. Helbest û çîrokên ez dinivîsim ji vê ne bêparin, ji hundir, ji nav malê derdikeve sewta min. Ji xwe dilsozîya ku di helbestê de heye vê yekê dide ber me. Helbest natirse, divê metirse, û konê xwe li ber bayê ecacokê deyne. Hevalbendê helbesta min, çilpeçilpa baranê, deştên bêserî û bêbinî, bêhna şîrên kizirî be jî ewqasî din jî, ji ser hafizaya takekesî xwe berî nav hafizeya civakê dide. Tiştê ku ez dixwazim bikim jî ev e. Tiştê dikim jî ev e. Ez karim bêjim ez qeydiyan digrim. Nasname, hafiza, hebûn û pirsên hebûnê, hafizaya çandî ya civakê, bi taybetî min dikşîne nav xwe.
Wextê kitêba min li ber çapê bû, xweyîyê Weşanxaneya Avestayê û berpirsê giştî Kekê Evdilla Keskin, helbestên min dabûn ber yên şairê mezin û gewre Şerko Bêkes û li ser xetên hevpar nirxandinek kiribû ko yek ji şairê wêjeya kurdî ya modern e û ez jî ji tevn û poetikaya helbesta wî gelek hezdikim. Ev nirxandin ji bo min gelek bi qedr û qîmet bû. Nirxandinên wiha ne karê min e, karê rexnegiran e, yên wê biveçirînin û rexne jî bikin dîrokzanên wêjeyêne.
"Helbest ji dêrê jî dibe ji mizgeftê jî"
Tu helbestê çawa dikarî pênase bikî?
Bi ya min tiştekî ne rast e wextê helbestê ne ji mizgeftê dikin ne jî ji dêrê, helbest ji dêrê jî dibe jî mizgeftê jî, bi tena serê xwe û ne lawaz e. Gotin cil û bergên xwe ji xwe dike, tazî dimîne û derdikeve pêşberî xwendevanan. Rastîyê, nakokiyan û tiştên herî lewitî û herimî jî derdixe ser rû û eynikê dide ser wan. Pişta xwe nade balgîveke nerm, bi yên berî xwe re qayişê jî dikşîne, da ku hinek qaliban bişkêne û jê wêdetir gavan bavêje. Helbet ev ne bêrêzî ye ji yên berî xwe re. Astengên pêşerojê radibin bi vî awayî. Li dinyayê ev rewş wiha ye. Wêjeya me jî yek ji wêjeyên cîhanê ye, ev pîvan ji bo me jî li kar e. Divê wisa be. Divê ne giryanok, naif û lerzokî be, li ser piyekî jêkirî negerîne û gunehê xwe pê neyne. Di şûna wî piyê jêkirî de li derên wî yên din çi nexweşî belav bûne û van nexweşiyan çi li xwe zêde kiriye bi flaşa qelemê xwe bigre û bide ber çavan.wê hingê em dikarin behsa hestiyê helbestê bikin. Helbesta min li ser vê xetê diherike.
Pênasekirina helbestê tiştekî dine bo herkesî. Gotinên xwe bi ser tarîyeke kûr de dibarîne, di nav demeke bê serî û bê binî de bi têkiliya xwe yî gerdûnê re, gotina herî wêrek,dilsoz û ji dil e bi ya min. Bes çîroka her helbestekê heye, ev li ser hîs û hisandinê ye, sah dike û dide sahkirin, his kirin.
Tu dikarî çîroka helbesteke xwe bi me re parve bikî? Helbestek ji nav pirtûkê?
Ne şîrove û eşkerekirin bes ez dikarim helbesteke xwe bi we re parvebikim. "Emaneta Qenciyê"... Ev gotin gotina bavê min e. Di 2009an de wexta ku ez li Şernex dixebitîm, rojekê bavê min telefonî min kir. Li hal û wextê min pirsî û berî ku wê telefonê bigre ji min re weke her carî go: ''Emaneta qenciyê keça min'' û telefonê girt. Ev ji bo min tiştekî ji rêzê bu, lê hevala li ba min, pirsî ji min û got: ''Emaneta qenciyê çiye? Tê çi maneyê?'' Ev ji bîreke kûr dihat helbet. Qalibekî Kurdîya kevn e û di jiyana modern de li serê nayê fikirîn.
"emaneta qenciyê" porê min tê bîra min, |
"Her şairek dengê helbesta xwe bi xwe derdixe"
Têkiliya te û peyvan kengê dest pê kir? Helbestê kengê bala te kişand?
Helbest ji hêmayan pêk tê. Em hêmayan jî ji peyv û gotinan lê dikin û ji vir ava dikin cîhana hundirîn ya helbestê. Pirsên em di derheqa xwe û jiyanê de dikin bi peyv û herfan berbiçav dibin.
Her şairek dengê helbesta xwe bi xwe derdixe, zimanê helbesta xwe bi xwe datîne bi ya min. Yê min bi ritmekê, aheng û muzikekê tê ber guhê min û xwe dide nivîsîn helbest. Diniqute dilê min. Ev ne perîya ilhamê ye, ji xwe bi ya min tiştekî wisa tuneye. Dîsîplîneke helbestê heye, ev jî xebat e, xwendin e û nivîsîn e. Qelema min bi van tûj dibe. Ji ber helbest tiştekî çist e.
Hinek gotin hene dema têne ba hev, hevûdu diçirisînin, ronahiyê didin hev û maneyek, xweşiyek jê difûre. Nexasim jî, coş û dilgermiya min li ber peyv û gotinên organîk. Ku ji ferhengan wirdatir û berfirehtir tiştan dibêjin ji me re. Ez ji guhdarîkirina dengbêjan û xwendina ferhengan pir hezdikim. Kelecanî dibim, gelek caran tîna xwe bi wan dişkênim, ser dila xwe wisa hênik dikim.
Meta min î mezin, meta bavê min, weke dareke kevn di nav me de rûdinişt û çîrok digotin ji me re.
Ewilî ji peyvan hez dikir û wisa derdixistin ji devê xwe. Wê kêliyê gotin dilebitîn li ber çavên min, bi per û bask dibûn û min li pişta xwe dikirin, dibirin dinyayeke efsûnî. Wê hingê dest pê kir.
Piştî salên dûvedirêj ku bi xwendinan dibihurî, min dest bi nivîsa helbestan kir. Di nav cureyên wêjeyê de helbestê cara pêşîn bala min nedikişand bi rastî. Ji xeynî kitêbên helbestê, min roman, çîrok û pirtûkên teorîk dixwendin gelek caran. Di lîseyê de, ji xwendinên adetî derket xwendina min î helbestê û min dest bi xwendina helbesta modern ya dinyayê kir. Vê yekê nivîs bi xwe re anî. Min bi helbestê dest bi nivîsê kir.
Tiştê te ber bi nivîsê ve dibe û dike tu binivisî çiye? Nivîsa te di bin tesîra çi de dimîne? Dêhna te li çiye, tu dêhna xwe didî çi?
Sedemeke ko ez nenivîsim tuneye. Hincetên nivîsê gelekin. Di alozî û geremola vê gerdûnê de divê lêgerîna maneyekê be jî. ''Meriv çima dinivîse?'' Bersiva vê pirsê ji bo her herkesî cuda be jî di bingehê de digihîje hev û heman bersive. Ev tiştê meriv dahf dide nav nivîsê carna ji bîra me bi dûr bikeve jî bes rastî rûyê xwe nîşanî şair an nivîskaran dide. Ne bi lêvkirina tiştên li ber çav û têne zanîn, mebest li ber rabûneke û nerazîbûnek e, îtîrazeke di vir de. Tiştê min dahf dide nav helbestê ev e. Tiştê ez dixwazim di helbestê de bikim ev e. Ez li vê yekê germ dibim, dêhna xwe didime vê. Helbest ji bo min li stareke kavil û tarî de vebûna pencereyekê ye. Di wê kortikê de him bêhna xwe berdidim, him jî tiştê dixwazim bibêjim dibêjim bi ceweta helbestê. Ev heyam ku em tê de ne ji rastîya xwe bi dûr ketiye.
Ez li dora girêkekê diçim û têm her û her. Ew girêk min diêşîne û pirsa minî sereke ew e. Ew pirs bi min dide nivîsîn. Carna peyv dibe çirayek, ronahîyek li hember reşayî û pûçbûna jiyanê. Ev tiştekî bi îhtîşame ji bo min. Loma ez ji wir naçim devereke din wextê ew ronahî pê dikeve.
Kesên ji xwe dûrketî, tiştên bi lez û bez dirizin, mafên weke zimanê zikmakî ko weke şîrê diya me li me heq û helale jî bûbe qada şer, ji vê bigrin û herin em. Serdem û heyameke wisa ye. Helbesta min guhê xwe dide van. Lê guhdarî dike...
Rîtma jiyanê heye. Helbest li ser rîtma jiyanê ritmeke. Ez di vir de hîmê zimanê xwe datînim. Poetikaya helbesta min pala xwe dide vê qayişkêşan, nakokî û girêkê. Qelema min bi vê tûj dibe û berê xwe dide ser van girêkan. Ez dixwazim vê perdeyê ji ser jiyana rastîn rakim. Li ser vê zemînê cîh û rê lê xweş dikim.
Helbet helbest ewilî bi ritma xwe tê ber guhê min. Ritmeke ziman bi xwe heye, weke ritma jiyanê, ritma têkiliyan, ritma danûstandinê û her wekîdin, bi rîtmekê diherike her tişt.
Di berhemên xwe de kes û komên tu jê hêz distînî hene gelo?
Helbet di nav malbata min de kesên ku bi wêjeyê re eleqadarin gelek caran hêz dane min bi gotinên xwe. Bawerîya min bi min qewîtir kirine. Navbera bavê min û keçên wî hertim xweş bû. Bavê min ji qîzên xwe zahf hezdike û alîkariya wî ji keçên wî re hertim zêdetir e. Li hember vê hezkirin û baweriyê, ji bilî wêjeyê têkiliya wî ya dilsoz û henûn û derfetên dane min hêzeke mezin daye min hertim. Ji bo min ciyê herî ewle siya wî ye, ew der ciyê hezkirineke bêşert û merc e. Ez li wir bêhna xwe berdidim.
"Helbest kêm tê xwendin"
Di erdnîgariya me de helbest ew cureya wêjeyê ye ku herî kêm tê xwendin. Derxistina / çapkirina pirtûkeke helbestê wêrekîyeke. Çi kir ku tu vê yekê bikî?
Ne tenê di civaka me û erdnîgariya me de, li tevahiyê dinyayê helbest kêm tê xwendin êdî. Helbest çiqas di nav wêjeyê de çeşneke qedîm be jî li dinyayê kêm tê xwendin. Ne zahf be jî xwendevanên dilxwaz û dilqewî yên helbestê hene. Ew destê xwe ji helbestê qut nakin. Ev nayê wê maneyê ko wê helbest jî destê xwe ji me bişo û neyê nivîsandin. Helbest bîrek û têgihiştina zimanekî hevpar e. Bi kîjan zimanî bê nivîsandin jî ev naguhere. Her wiha ew şa'irên xwe ji helbestê nakin jî gelekin.
Helbest gelek caran xwe dinixumîne, diveşêre û tê dikeve nav çîrokên ez dinivîsim. Bes bi nasnameya xwe û rengê xwe tê dikevê. Ew çend li ser xwe ye.
Li ser vê meseleyê wêrekî an ne wêrekî çênebû bi min re. Ji hinek qalib û tiştên jiberkirî wêdetir kêmahiyeke dosyayê ma gelo? Ev pirs di her dosyayê de hişê min û rihê min dide ber xwe.
Her helbesta min hîseke neqediyayî dide min ji xwe...
Projeyên te yên hûn niha li ser dixebitin hene gelo?
Rojên havîna pirê caran ez dixwînim, bi xwendinê dibuhirînim. Li ser dosyaya xwe ya helbestê ku hestiyê wê êdî xuya dike û berbiçav bûye, dixebitim carna.
Gotina te yî dawî wê çi be ji bo me?
Ji bo vexwendina we sipas dikim Suna Alana hêja. Di rojeke Londrayê de hevdîtinek pir xweş bû. Ez kêfxweşim.
(SA/FD)