Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, bi daxwaza “rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê” 154 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Rewşa tenduristiya Guvenê di qonaxeke xeter de ye. Em kronolojiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê bi we re par ve dikin.
22yê Kanûna Paşiyê ya 2018ê – Di encama lêpîrsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê de hatiye desteserkirin.
31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê – Hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
7ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê – Bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî danişîna sêyem a li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin. Li vir aşkere kiriye ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê rabe, ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor dike. Reyhan Yalçindag-Baydemîr, parêzera wê ji bianetê re axivî û ev biryara Guvenê pesend kir.
4ê Kanûna Paşiye ya 2019ê – Digel ku di hilbijartinê de bûbû parlamenter nehatibû berdan. Piştî ku dest bi greva kir bi du mehan dêya wê Cevriye Guven miriye.
17ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê – Angela Yvonne Davis, akademisyen û mafparêza amerîkanî, di rojnameya New York Timesê de nivîsek nivîsandiye û piştgiriya Leyla Guvenê kiriye. Davisê gotiye “bila demildest serbest bimîne”.
21ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê – Piştî ku dest bi greva birçîbûnê kir bi 75 rojan kampanyaya îmzeyan a navnetewî hatiye destpêkirin. Zêdetirî 3 hezar û 700 kesan îmze dane vê kampanyayê.
25ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê – Di pêncem danişîna li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara tehliyeyê ji bo wê hatiye dayîn. 79 roj bûbû ku dest bi greva birçîbûnê kiribû.
28ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê – Di 82yem roja greva birçîbûnê de gotiye, “Xebatên ku li derve hatiye kirin, beşê din ê vê berxwedanê ye. Her ku hûn li ser diaxivin, mirov li ser nirxandinan dikin, li her deverê belav dibe…”
13 Sibata 2019ê – Di 98em roja grevê de ji ber êşa ku di sînga wê de derkiteye, ew rakirine nexweşyaneyê. Birina beşa nexweşiyên giran. Keça wê Sabîha Temîzkanê diyar kiriye ku dêya wê nehiştiye wê derman bikin.
15ê Sibata 2019ê – Hewldana Welatiyan û Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê di 100 rojiya greva wê de daxuyaniyek belav kiriye. Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dewlet ji jiyana girtiyên di greva birçîbûnê de berpirsiyar e û divê demildest diyalogê dîne.
18ê Sibata 2019ê – “Înîsiyatîfa Leyla Guven Mafdar e, Bila Tecrîd Bidawî Bibe” hatiye avkirin.
21ê Sibata 2019ê – Siyasetmedarên HDPyî derbarê greva birçîbûnê de daxuyaniyek dane û gotine, Parlamento, bi taybet jî Komisyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê bêdeng in û gotine “yasayên heyî bi cî bînin bes e”.
25ê Sibata 2019ê – Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê di 110 rojiya greva birçîbûnê de gotiye bila guh bidin daxwazin Leyla Guven û çalakvanên din ên di greva birçîbûnê de ye. Hunermendan jî gotine “Guh bidin dengê Leyla Guvenê”.
28ê Sibata 2019ê – Nivîskar Ayşegul Devecîoglû, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Nesteren Davûtoglû, sînemager Dîlek Gokçîn, aktivîsta feminîst Filîz Karakûş û ji Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê Ferîde Eralp, li mala wê ya li Baglara Amedê serdana Leyla Guvenê kirine.
21ê Adara 2019ê – Mafparêz û parêzer Eken Keskîn û siyasetmedar Akin Bîrdal çûne Amedê û li vir beşdarî bernameyek li ser tecrîd û grevên birçîbûnê bûne.
Keskin û Bîrdalî serdana Leyla Guvenê kirine.
27ê Adara 2019ê – Ji ber ku di dosyeya doza 6em Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê de îfade nedaye, danişîn vê dozê li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê çêbûye. Heyeta dadgehê biryar daye ku Guvenê bi darê zorê bînin dadgehê. Doz ji ber axavtina Guvenê ya li Amaraya Rihayê kiriye hatiye vekirin û tê îdiakirin ku Guvenê di vê axavtina xwe de “propagandaya rêxistinê” kiriye.
6ê Nîsana 2019ê – 5 mehên greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê qediya ye.
9ê Nîsana 2019ê – Di 153 rojiya greva wê ya birçîbûnê de xelata Îbrahîm Ehmedî dane Guvenê. Guvenê di axavtina xwe ya derbarê xelatdayînê de gotiye. “Ez dizani, wê ev berxwedan bibe sedema avakirina yekîtiya me ya netewî”. (EMK/FD)