Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, piştî biryara tehliyeyê ya heyeta 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate derxistin.
Guven bi îdiaya ku “rêxistina çekdarî ava kiriye û bi rê ve biriye”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “li dijî Yasaya hejmar 2911ê derketiye” tê dadkirin.
Bixwîne - Leyla Guven tehliye bûye
Piştî biryara tehliyeyê, parlamenter jî di nav de bi dehan kes ji bo pêşwaziya Gulenê çûne ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Guven bi ambulansa ku girtîgehê dabîn kiriye derketiye ji derve. Guven birine mala wê ya li taxa Bagcilara navçeya Baglarê.
Hesabên medyaya civakî yên HDPyê, wêneyê pêşiyê yê Guvenê yê piştî tehliyeyê par ve kirine.
Leyla Güven’in tahliyesinin ardından Eş Genel Başkanımız Pervin Buldan açıklama yapıyor. CANLI https://t.co/gGpbpgJMbT
— HDP Amed İl Örgütü (@HDPAMED21) 25 Ocak 2019
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê diyar kiriye ku Guven wê greva xwe ya birçîbûnê bidomîne. (EMK/FD)