Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piştî ku dadgeheke 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî û ew birine Girtîgeha Tîpa Tyê ya Amedê, di saetên şeve de ji wir jî şandine Girtîgeha Tîpa Eyê ya Elezîzê.
Rojnameger Sabîha Temîzkan, keça Leyla Guvenê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye:
“Dêya min Leyla Guven zûzûka birine Girtîgeha Tîpa Eyê ya Elezîzê. Ev kîndariyeke çawa ye ku nehiştin şevekê jî razê û di van rojên pandemiyê de ji wir ber bi vir ve kaş dikin. Hêvî dikim ku tiştê hûn dikin were serê we. Û vê jî bizanibin, hûnê nikaribin evîna azadiyê ya di rihê wê de dîl bigirin.”
Daniş-Beştaş: "Em nizanin birine ku"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzerên wê di saetên êvarê de xwestine biçin li girtîgehê Guvenê bibinin. Rayedarên girtîgehê ji wan re gotine Guven ji Amedê birine lê negotine bê ka birine ku.
Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî weşana zindî ya Arti TVyê bûye û gotiye haya wan jê nîne ku Guven birine ku. (EKN/FD)