Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, piştî ku hatiye tehliyekirin gotiye: “ Ji hewildan û keda me hemûyan re destxweş.”
Leyla Guvenê li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê, di 7ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) rabe, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Guvena ku di 25 Kanûna Paşiyê de hatibû tehliyekirin, çalekiya gireva birçîbûnê niha di mala xwe de didomîne.
Guvenê gotiye:
"Bi rastî jî ji bo min gelek zehmet bû ku ji zindana Amedê derketim. Rih û canê têkoşîna 14ê Tîrmehê li ser dîwarê girtîgehê nexişî ye. Dema min dest bi berxwedanê kir, min ew me'inewiyat hest kir."
Çi bûbû?
Ji beriya 48 rojan wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Guven ji 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ve li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê girtî ye. Wê diyar kiriye ku ew bi awayek adilane nayê dadkirin ji ber vê yekê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, wê dema bidawîanîna grevê diyar nekiriye û dê dora girtina grevê nede ti kesan.
Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.
Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.
Bixwîne - Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Leyla Guven kî ye?
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet. (AS/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye