Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fermandarê teqawitbûyî yê fîrarî Mûstafa Levent Goktaş yek ji kujerê Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Necîp Hablemîtoglûyî ye li Svîlengrada Bulgarîstanê hatiye zeftkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Wezareta Karên Navxweyî ragihandiye ku albayê teqawîtbûyî yê firar Mustafa Levent Goktaş ku li ser daxwaza Serokatiya Daîreya Înterpolê ya EGMyê derbarê wî de bultena sor hatibû derxistin, li Svîlengradê hatiye desteserkirin.
Wezareta Dadê û Serokatiya Daîreya Înterpolê ya EGMyê ji bo radestkirina Goktaş bo Tirkiyeyê karên fermî dane destpêkirin.
Akademîsyen û nivîskar Necîp Hablemîtoğlu, beriya ku pirtûka xwe ya bi navê “Kostebek” ku li ser xebatên kadrobûna cemaetê li nava dewletê hatibû amadekirin, çap bike, di 18ê Kanûna 2002an de li ber deriyê mala xwe hatibû qetilkirin. Pirtûk piştî salekê bi awayekî netemamkirî hatibû çapkirin.
Albay Goktaş ê teqawîtbûyî meha borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û gotibû, “Îşev saet di 22:00an de ez ê bi belgeyan her tiştî aşkere bikim. Ez ê jî ji sibê ve dest bi kişandina vîdyoyan bikim.”
Lêbelê Göktaşê ku Sedat Peker piştî van gotinan bersiva wî da, çi vîdeo nekişandibû û daxuyanî nedabû her weha hesabê xwe yê Twitterê girtibû.
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi gotina “Ji bo Albay Levent Goktaşî gotineke me jî heye ku em ê bibêjin” daxuyanî dabûn.
“Me bi salan li meynada Galatasarayê pirsî, lê me nekarî dozger bikira nava liv û tevgerê. Niha em dîsa dipirsin: Levent Göktaş bersiv bide; Bavê parlamenterekî AKPê H.B û xalê wî M.B. li ku ye?(EMK/AS/AY)