Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Leşkerên bi ser Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) duh bi şev ketin bajarê Idlib ê Sûriyeye.
Hat diyarkirin ku duh bi şev saet derdora 22.15yê zêdetirî 100 leşkerên bi ser Fermandariya Komando ya Kayseriyê û Fermandariya Hêzên Taybet tev li 30 zirpoşan derbasê Idlibê bûn.
9ê Cotmehê di malpera TSKyê de hatibû aşkerekirin ku, bi armanca berdewamiya agirbesta li Sûriyeyê di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2016yê de di bin misogeriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêvajoya Astanayê hatiye destpêkirin û li herêmên şer lê nîne, leşkerên Tirkiyeyê dest bi xebatên keşfê kirine.
Li gorî nûçeya nûçegîhanê Hurriyetê Uğur Erginî, Hêzên Taybet û Lîwaya Komando ya Kayseriyê di encama gotûbêjan de ketiye wê herêmê ku Heyet Tahrîr el Şamê (HTŞ) vala kiriye.
Li gorî lihevkirina li Astanayê, leşkerên Tirkiyeyê wê li rojavayê herêma Idlibê li 14 xalên çavdêriyê kar bikin.(ÇT/FD)