Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) İngilİzi bitikîne
Heft welatan eşkere kirin ku wan têkiliyên xwe yên digel Qetarê birrîne. Bi pêşniyara Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) Tirkiye dê leşkerên xwe bişînin Qetarê.
Protokoleka hevkariyê ji bo perwerdekirina Cendirmeyên Tirkiyeyê û leşkerên Qetarê hatibû amdekirin. Lijneya Giştî ya parlamentoyê ew protokol pesend kir.
Hat eşkerekirin ku di 21ê Kanûna Pêşiyê ya 2001ê de di navbera Qetar û Tirkiyeyê de hevpeymaneka ji bo hevgiriyê hatiye îmzekirin.
Li gor hevpeymanê li Dohayê Lîwayeka ji 4000 leşkerên Qetarê pêk tê dê bê amadekirin û leşkerên Tirkiyeyê dê wan perwerde bike. Tê texmînkirin 500-600 leşkerên Tirkiyeyê biçin Qetarê.
Trumpî teklîfa navbeynkariyê da Qetarê
duhî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trumpî bi telefonê bakiriye Emîrê Qetarê Şêx Temim bin Hamad es-Sani û jê re gotiye, ew dikare navbeynkariyê di navbera Qetarê û welatên dî de bike.
Çi bûbû?
Erebistana Siûdiyê, Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, Bahreyn û Misirê biryar da ku ew dê bi Qetarê re têkiliyan nedanin .
Li gor nûçeya Ersîn Arslanî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê de hatî weşandin wan çar dewletan eşkere kiriye ku “da ku ew xwe ji terorê biparêzin” wan têkiliyên xwe yên bi cîrana xwe(Qeter) re betal kirine.
Erbistana Siûdiyê daxuyandiye ku wan “ev biryar ji bo parastina ji tûndî û terorê standiye.”
Erebistana Siûdiyê eşkere kir ku wê hemî têkiliyên serderyayî yên bi Qetarê re jî betal kirine. Wê xwest “dewletên xuşk jî bila heman gavan biavêjin.”
Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku divê dîplomatên ji Qetarê di 48 sietan de terka wî welatî bike, divê welatiyên ji Qeterê di 14 rojan de terka wî welatî bikin û hatina welatiyên ji Qetarê hat qedexekirin.
Wezareta Karên Derve ya Misirê biryar daye ku “ji ber tevgerên dijminane yên Qetarê wan têkiliyên xwe yên digel wê betal kirine.”
Wezîrê Karên Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani gotiye “Ev biryar neheqane hatiye dayin, ji ber vê yekê ez xemgîn im.”
(EKN/YY/MB)