Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Bilind di doza 28ê Sibetê de cezayê miebetê yê li 14 kesan hatiye birîn, di 9ê Tîrmehê de qebûl kiriye, 5em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê duh biryara zeftkirina generalên teqawidbûyî ji dozgeriyê re şandiye.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê jî duh (19ê Tebaxê) ji bo 14 kesan biryara zeftkirinê daye.
Kesên ku biryara zeftkirina wan hatiye dayîn ev in: Ahmet Çorekçî, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Çetîn Dogan, Çetîn Saner, Çevîk Bîr, Erol Ozkasnak, Fevzî Turkerî, Hakki Kilinç, Îdrîs Koralp, Îlhan Kiliç, Kenan Denîz, Vûral Avar û Yildirim Turker.
Piştî biryara zeftkirinê, generalên teqawidbûyî li bajarên ku lhe ne hatine girtin û piştî karên yasayî, ew şandine girtîgehan.
Çevîk Bîr, Orgeneralê teqawidbûyî û Serfermandarê duyem ê berê li Mîlasê, Çetîn Dogan, orgeneralê teqawidbûyî û Serokê Operasyonan ê Serfermandariyê li Bodrûmê hatine desteserkirin û ew xistine Girtîgeha Mûglayê.
Hakki Kilinç, korgeneralê teqawidbûyhi ku li Manavgatê dimîne, ekîbên Midûriyeta Emniyetê yên Antalyayê ew li mala jî desteser kirine. Kilinç piştî emniyetê birien Edliyeya Manavgatê û ji vir jî ew şandine Girtîgeha Tîpa Lyê ya Alanyayê.
Cevat Temel Ozkaynak, Erol Ozkasnak, Fevzî Turkerî û Yildirim Turker, generalên teqawidbûyî jî li Enqereyê hatine desteserkirin û ew şandine girtîgehê.
Dadgehê her weha ji Serfermandariyê û Wezareta Berevaniyê ya Netewî re nivîs şandine û xwestiye payeyên van kesan ji wan bistînin. (KÖ/FD)