Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ûkraynayê roja pêncşemê (11ê Tebaxê) li bajarê Avdiivkaya li Oblasta Donetskyê ye gule êrîşî ekîba belgefîlman a bi navê Witnessê (Şahid) kirine.
Bombe li nêzî rojnamegeran ketiye û gule bera ser wan dane. Di dema êrîşê de ti kes nemiriye û ekîba Ukrainian Witnessê daxuyaniyek daye: "Em baş in. Оleksiy Prodayvoda li cihekî ewle ye, sax û rewşa wî baş e. Kameraman Оleksandr Davydenko jî. Ziyan negihîşt eskorta me jî."
Ekîbê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kiriye ku li gorî baweriya wan bombebaranê bi zanebûn ew kirine hedef û wan li gorî pêdiviyên navnetewî cil û berg li xwe kirine û wan li gorî heman standartan wesayita xwe amade kiriye.
Rojnameger Оleksiy Prodayvodayê ji ekîbê perçeyekî şarapnelê ji êlegê xwe yê gule tê re naçe, derxistiye. Prodayvodayî gotiye: "Em her sê demeke dirêj li cihê xwe paldayî man. Bi guleyên topan mal dişewitîn û me jî lê dinêrî. Ji wesayitên bêmirov em dîtin û gule bera me dan.”
Prodayvodayî destnîşan kiriye ku wan baz daye û çûne newalekî û ji êrîşê xwe rizgar kirine. Ekîba Ukrainian Witnessê vîdeoyek weşandiye ku dema êrîşê jî tê de ye.
(HA/FD)