Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Şûraya Dewletê li Yewnanistanê biryara xwe ya dawiyê ya derbarê serlêdana penaberiyê ya Suleyman Ozkaynakçiyî de aşkere kiriye. Ozkaynakçi piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, reviyabû Yewnanistanê.
Şûraya Dewletê ya Yewnanistanê, digel îtiraza hikûmetê balkişandiye ser Peymana Cenêvê û biryar daye ku leşkerên revî mafê penaberiyê bi dest bixin.
Şûrayê diyar kiriye ku delîlên berdest têra wê tohmetê nakin ku Ozkaynakçi beşdarî hewldana derbeyê bûye û endamê Rêxistina Terorê ya Fethulahiyan e (FETO).
Piştî vê biryarê wê ji bo Ozkaynakçiyî belgeya gerê bê amadekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ev biryar dibe ku ji bo leşkerên din ên firarî derbas bibe.
23yê Gulana 2018û Şûraya Dewletê mafê penaberiyê ji bo Suleyman Ozkaynakçiyî standibû, lê hikûmeta Yewnanistanê li hemberî vê biryarê derketibû.
Wezareta Karên Derve: Biryareke skandal e
Wezareta Karên Derve daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û gotiye ku “Şûraya Dewletê ya Yewnanistanê îtiraza hikûmeta Yewnanistanê derketiye û careke din biryareke skandal standiye.” (EKN/FD)