Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet Mûş Wekîlê Serokê Koma Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) diyar kir ku pêşnizqanûna ji 18 xalan pêk tê ya leşkeriya bi bedel jî tê de, wan pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye.
Mehmet Mûşî got, kesên serî ji bo leşkeriya bi bedel bidin wê 28 rojan leşkeriyê bikin. Ajansa Anadolûyê (AA) duh nûçeyek belav kiribû û diyar kiribû ku leşker wê 25 rojan bidin leşkeriyê.
Mûşî destnîşan kiriye ku kesên 31ê Kanûna Pêşiyê ya sala 1993yê û beriya wê ji dayik bûne wê karibin serî li leşkeriya bi bedel bidin. Li gorî heman daxuyaniyê kêmendam jî wê karibin serî ji bo leşkeriya bi bedel bidin.
Destûra bêpere a karmendên li saziyên dewletê û şîrketên taybet kar dikin di van 28 rojan de wê bê dayîn.
Mehmet Mûşî gotiye ku dahata ji vir wê bê, dê ji “Wezareta Xezîneyê re bê şandin û bi erka Serokomarî wê bê xerckirin.” (EKN/FD)