Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serpelê bi navê O. H. li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi hinceta ku bi telefona destan axiviye kumzirxê di destê xwe de li serê Gokhan Kiliç xist ku leşkeriya mecbûrî dikir. Kiliç di encamê de miriye.
Li gorî nûçeya Îsmaîl Saymaz ê ji rojnameya Hurriyetê bûyer 7ê Çiriya Pêşiyê saet li derdora 18.30yê qewimî ye.
Kiliç li Gemlîkê li Dibistana Beytariyê ya Leşkerî leşkeriya mecbûrî dikir û di dema ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re diaxivî serpel ew zeft kir.
Şahidê bûyerê û hevalê Kiliçî ê nobetê A. K. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku dema Kiliç bi malbata xwe re diaxivî ew ji bo destşuştinê çûye qedemgehê û di wê demê de dengê ku gotiye “ax” bihîstiye. Dema vegeriyaye dîtiye ku Kiliç li erdê bûye û di destê serpel de jî kumzirx hebûye:
“Gokhan ji erdê rabû ser piya. Serpel kumzirx da min. Her digot, ‘ma tu nizanî ku qedexe ye’. Em ber bi liqê ve meşiyan. Gokhan ji hêla çepê ve serê xwe difirikand. Digot ku ‘serê min diêşe’. Min pirsî, ‘çi bû?’. Got, ‘Serpêl dema ku dît ez bi rêya telefonê diaxivim, bi kompozîtê li serê min da’.”
“Tiştekî wî nîne, bila ser û çavê xwe bişo”
Li gorî îfadeya şahidî rewşa Gokhan Kiliçî her çûye xirabtir bûye û serpel O. H. agahdar kirine lê wî ji wna re gotiye ku, “Tiştekî wî nîne. Bila ser û çavê xwe bişo û razê”.
Rewşa Gokhan Kiliçî her çûye xirabtir bûye û serpelekî bi navê Osman dema ku rewşa Kiliçî dîtiye leşkeran bang li ambulansê kirine.
Kiliç rakirine nexweşxaneya Dewletê ya Bûrsayê û derketiye holê ku wî xwînwerivîna mejiyî derbas kiriye.
Kiliç 54 rojan di komayê de maye û 29ê Çiriya Paşiyê miriye. Heman rojê O. H. ji ber sûcê ku “birîndarkirina bi qest a bibe sedema kuştinê” hatiye girtin.
“Min tenê bi kumzirxê serî wî firkand”
Serpel di îfadeya xwe de gotiye ku wî bi kumzirxê serî wî firkandiye. Halîs Kiliç bavê Gokhan kiliçî diyar kiriye ku piştî bûyerê ji wan re gotine “Gokhan ketiye” û rastî ji wan veşartine.
Pişti du rojan leşker li bûka wan Berna Kiliçê digere û ji wan re dibêjin ku “Gokhan neketiye. Vê bûyerê bişopînin. Serpel O. H. yî berê jî milê hevalekî me şikand” û ew bi vî awayî ji rastiyê agahdar dibin. Kiliç gotiye ku bi hinceta ku “bûyereke edlî” ye kurê wî weke “şehîd” nehatiye hesibandin. (EKN/FD)