Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Muhammet Bozarslanê leşker li El Babê di şerê digel DAIŞê de birîndar bûbû. Leşkerê birîndar li Enqereyê di Nexweşxaneya GATAyê de dihat dermankirin. Leşker îro li nexweşxaneyê miriye.
Agahiya mirina leşkerê 23 salî ji malbata wî ya li Elcewazê(Navçeya Bedlîsê) re çûye.
Termê leşkerî dê sibeyê li navçeya wî bê veşartin.
Hejmara leşkerên mirîn bû 39.
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Azad a Sûriyeyê 24ê Tebaxê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kiribû. Di operasyonan de 38 leşker miribûn. Îro hejmara miriyan bû 39.
Daxuyaniya TSKyê
TSKyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wê “158 cihên armanca wan bû, îmha kirine” û 13 DAIŞî kuştine.
Tevgera Mertalê Firatê 126 roj in ku didome. Îro 2 endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê jî hatine kuştin.
Hikûmet: Rastiya wan dîmenan nehatiye piştrastkirin
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtûlmûşî ji bo dîmenên şewitandina du leşkeran got ku ew dîmenên hatine parvekirin, hêj nehatine teyîtkirin lê îhtîmaleke mezin ew dîmenan derew in.
Bixwîne: Kurtulmuş: Bila hin hevalên di medyayê de lingên xwe zêde dirêj nekin
Kurtulmuşî wiha got: “Ti agahiyek ku hêj ji hêla Hêzên Çekdar ve hatiye piştrastkirin nînin. Heke agahiyek bê piştrastkirin em ê rabigihînin.”(AS/MB)