Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Payîzavayê,navçeya Wanê leşkeran zarokê bi navê Azad Baga yê 15 salî bi giranî birîndar kiriye.
Li gorî zanyariyên ku Komeleya Mafên Mirovan a Wanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye, li gundê Çiliya Jor a girêdayî navçeya Payizavaya Wanê leşkeran gule li zarokê bi navê Azad Baga yê 15 salî reşandine. Zarokê ku li ber pez bûye bi giranî birîndar bûye.
Her weha li gorî nûçeya rojnemaya Yenî Yaşamê bûyer di 4.30ê sibehê de pêk hatiye. Bagayî ji pişta xwe birîndar bûye. Xizmên Bagayî bi ambûlansê ew birine Navenda Tipê a Dûrsûn Odabaşiyî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil ê. Hatiye diyar kirin ji bo dermankirinê zarokê 15 salî girtine beşa nexweşiyê giran.
Ajansa Mezopotamyayê di nûçeya xwe de gotiye ku rewşa Bagayî giran e ku gule li parsûyê rastê ketiye û di pişta wî de derketiye. Li gor heman nûçeyê xesar li pişikê wî bûye. Nayê zanîn ku dê Baga kengê were emeliyatkirin û malbata Azadî jî li ber nexweşxaneyê ye.
Dayîka Azad Bagayî: Kurê min di beşa nexweşiyên giran de ye
Dayika zarokê birîndar bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye:
“Kurê min li gundê Çiliya Jor şivantî dikir. Leşkeran serê sibê gule lê reşandiye û gule li pişta wî ketine. Me jî pişt re bûyer bihîst û em hatin nexweşxaneyê. Em dixwazin ji meseleyê fêm bikin. Rewşa wî giran e. Derbarê rewşa wî de agahî nedane me.”
Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê jî bûyer li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye û gotiye ew bûyerê dişopînin. Malbata Baga serî li Komeleyê daye û xwestiye ku komele piştevaniya hiqûqî bide wan. (EMK/AY/FD)