Fotograf: HDP
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl ên dibin banê Xebatên Tifaqa Kurdîsatanî de cih digirin, xwestine serdana karkerên li Sakaryayê rastî êrîşê hatine bikin.
Heyet bi vê armancê çûye Tundê Kelekê yê girêdayî Şemrexa Mêrdînê. Lê li devê gund leşkeran bi hinceta ku gund dibin karantînayê de ye, destûr nedane.
Di nava şandeya xwestin malbatan zirayet bikin, rayedarên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Wekîla Serokê Koma HDPyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDPyê Îmam Taşçier, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) Partiya Mirov û Azadî (PÎA) Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T) heye.
Ketina gind hatiye qedexekirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, beriya ku şande ji Amedê bi rê bikev, leşkeran li herêmê û derdora gomên Dêr û Karasûyê yên girêdayî Kelekê tedbîrên ewlehiyê standine.
Her weha li ber devê gund bariyer danîne û wesayitên zirxkirî bicih kirine.
Endamên şandeyê, li 2 nuqteyên kontrolê yên li ser rê hatibû danîn hatine rawestandin û konteola nasnameya wan hatiye kirin. Digel vê yekê jî, di ketina gund de şande hatiye astengkirin û bi hinceta “gund dibin karantinayê de” destûr nehatiye dayîn.
Li gund pêketî nîne
Li gor zanyariya şandeyê daye, gundiyên ku endamên şandeyê xwe gihandine wan, gotine li gund tu pêketiyên vîrûsê nîne.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên di nava şandeyê de digel destûrnedanê xwestine biçin serdana malbatan. Lê leşkeran çardin destûr nedaye wan.
Ji berk u nehiştine şande biçe gund, endamên şandeyê vegeriyane Siltan Şêxmûsê û li vir daxuyaniyek dane. Sînan Çîftyurek, li ser navê Îtîfaqa Kurdistanê axiviye û wiha gotiye:
"Îro salvegera Pogroma 6-7ê Îlonê ye, wê demê li hemberî gelê Rûm û Ermeniyan êriş pêk anîn û destdirêjî li jinan kirin. Mal û milkên Xiristiyan û Mûseviyan şêlandin û pişt re jî sûbayên wan gotin ku 'ew êriş bi plansaziyeke baş bi ser ket'. Duh çawa li dijî gelê Xiristiyan û Mûsevî kiryarên nijadperest pêk anîn û di encamê de jî Xiristiyan neman, Mûsevi neman. Niha li Sakaryayê li dijî gelê Kurd li Yozgat, Tokat, Manîsa, li her derê êrişên nijadperest pêk tînin. Hikûmet van êrişan temaşe dike. Em bang li hikûmetê dikin ku we ev êriş temaşe kiriyê û eger ev êrişên li dijî gelê Kurd bidomin, dê ev yek bibe sedema şerê navxweyî ya gelê Kurd û Tirk. Hûn nikarin ji bin vê yekê derkevin. Em tifaqa Kurd û Kurdistanî vê yekê naxwazin. Ey tifaqa Cumhur, rojek ewil pêşiya vê yekê bigirin."
Meral Daniş Beştaşê jî wiha gotiye: "Ez beşdarî axaftina Sînan başqan dibim. Me xwest ku em gelê xwe ziyaret bikin, lê me asteng kirin. Em vê yekê şermezar dikin, em vê yekê qebûl nakin. Ew nikarin me asteng bikin. Îro nebe jî em ê sibê biçin, dusibe biçin. Dilê me bi wan re ye." (FD)