Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Rêxistina PENa Navneteweyî ku zêdetirî 100 sal in xebatên xwe pêk tîne, di dîroka xwe de cara yekem bi heyeteke ev qas mezin ve ji bo hevgiriya bi rojnameger û nivîskarên girtî re çûn derê Girtîgeha Silivriyê.
Li gorî nûçeya Cumhuriyetê heyet di riya girtîgehê de ji bo kontrolê nehatine sekinandin. Lêbelê piştî heyet gihişte Girtîgeha Silivriyê û li wir kombûn, leşkeran berê wan girtin.
Leşkeran endamên PENê siyarê wesayîtên wan kirin, bi çekan li ber wesayîn wan sekinîn. Leşkeran gotin “Dema OHALê de dîmen û wêne kişandin li vir qedexe ye” û piştre re dîmenên hatine kişandin jî jê birin.
Dema ku Seroka PENê Jennifer Clement dest bi xwendina metna daxuyaniyê dixwend, leşkeran mudaxele kirin û nehiştin daxuyanî bi dawî bibe.
“Dema navbera heyetê û leşkeran de gengeşî derket Clement wiha got: “Em li ber va dîwaran e. Em dixwazin ku dostên me yên li hundir demildest werin cem me û ji bo rûmeta wan, ji bo hevgiriya bi wan re em li vir in.”
Her wiha heyeta PENê ji nivîskar û rojnamegeran re name şandin. Di wê nameyê de wiha hat gotin: “Hûn ne tenê ne û em ji bo vê yekê bînin bîra we vê nameyê dişînin. Em di vê pêvajoya ku mafên we yên mirovî hatiye binpêkirin de, bêdeng namînin. Em ê li dijî pêkanînên ji bo bêdengkirina we di qada navneteweyî de dengê xwe bilind bikin.”
Kesên ku name îmzekirine wiha ne:
Abraham Zere, Adam Gérard, Adonis, Ai Weiwei, Alline Davidoff, Andrew Solomon, Angie Cruz, Ariel Dorfman, Arthur Golden, Azar Nafisi, Beatrice Lamwaka, Bergen Véroniqu, Berivan Dosky, Burhan Sönmez, Carles Torner, Cecilia Balcazar De Bucher, Chigozie Obioma, Danie Marais, Danson Sylvester Kahyana, Elena Poniatowska, Elfriede Jelinek, Elif Şafak, Elisabeth Olin, Eric Bogosian, Eugene Schoulgin, Eva Bonnier, Evgeny Popov, François Rose-Marie, Frankie Asare- Donkoh, Grace Mutandwa, Hanan Al Shaykh, Ian Rankin, Iman Humaydan, Ingeborg Senneset, Jackie Dennis, Jean Jauniaux, Jennifer Clement, Joanne Leedom-Ackerman, JM Coetzee, John Ashbery, John Ralston Saul, Jonathan Franzen, Josef Haslinger, Kätlin Kaldmaa, Khadija Ismayilova, Lucina Kathmann, Luis Miguel Aguilar, Lydia Cacho, Magali Tercero, Mandla Langa, Margaret Atwood, Margie Orford, Mario Vargas Llosa, Maureen Freely, Meena Alexander, Menna Elfyn, Meurant Serge, Myo Myint Nyein, Natalie Arien, Neil Gaiman, Orban Jean-Pierre, Pascale Fonteneau, Per Øhrgaard, Per Watsberg, Peter Schneider, Phillipe Sands, Raymond Louw, Roanne-Rosenblatt Henri, Ronald Bluden, Salman Rushdie, Sirpa Kähkönen, Sjón, Sofi Oksanen, Syeda Aireen Jaman, Tade Ipadeola, Tarık Ali, Teresa Cadete, Thomas Rothschild, Tomasetie Monique, Urtzi Urrutikoetxea, William Nygaard, Yann Martel, Zülfü Livaneli.
(EA/YO)