Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Gundê Şêxana Navçeya Payizava ya Wanê ji ber ku gundî Kana Mermerê naxwazin, leşker zorê li wan dike da ku gund vala bikin. Duh (27ê Gulanê) leşker û cerdevanan li ser gundiyan gule reşandine û desteserkirine.
Gundiyan destnîşan kirine ku bi sedan leşker anîne kolanê ku xelkê herêmê hatine derpkirin, desteserdikin û nêzîkî 40 gom û tewle di bin çavdêriya leşkeran de hatine rûxandin.
Gundiyan diyarkirine ku di dema bûyeran de beşek ji ajalan mirar bûne û beşek jî brîndar bûne.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê nişteciyên kolanê qewanê fîşekan yên ku leşkeran reşandibû hewa, komkirine û li meydana gund nîşandane.
“Heke kana mermeran vebe, em nikarin li vir bijîn”
Şêniya Gundê Şêxan Hîlal Batug bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye, "Kana Mermeran di sala 2006an de ava bû. Lê ji ber gundî li dijî vê yekê derketin, kana mermer dîsa girtin. Salek e dîsa kan vekirine. Ji ber kan zerarê dide xwezayê gundî dê ji neçarî koç bikin. Kan xwezayê û mirovan jahrînî dike. Em naxwazin jahrînî bibin. Esker û cerdevan hatin gundê me û govên (gom/axur) me xera kirin. Gundiyên li dijî vê yekê derketin gule li ser ran reşandin û bombeyên gazê avêtin wan."
“Leşkeran bi hezaran gule li me reşandin”
Şêniyê Gundê Şêxan ê 75 salî Sidik Bilek jî aniye ziman ku hemû temenê xwe li vî gundî derbas kiriye û wiha gotiye: "Kana mermerê xwezayê wêran dike. Hemû dar û ber hişk kiriye. Ji ber em li dijî ve yekê derketin eskeran bi hezaran gule li ser me reşandin. Eskeran hatin govên me xera kirin. Em binçav kirin. Di maşîna zirxî de li me xistin. Em kana marmerê naxwazin. "
“Bi destûra walî gomên me xera kirin”
Nişteciyê gund yê bi navê Cevdet Yucel jî aniye ziman ku leşkeran gef li wan xwariye û wiha gotiye: "Dema me got; Hûn çima vê yekê li me dikin? Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin. Em we li vî gundî nadin jiyandin. Bi destûra walî û qeymeqam govên me xera kirin. Rapora ÇED'ê jî sexte ye. Ku şîrket li vir kar bike em nikarin li vir bijîn. Hatin serê zarokên me şikandin. Ev zulm e. Ev der warê me û welatê me ye. Bila vê zulmê li me nekin."
“Gom bi ser pez de xerakirin”
Nişteciyê Gund Umît Yucel jî weha pê de çûye: "Gule li ser me reşandin. Bombeyên gazê avêtin me. Zulm li me kirin. Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin' Em naxwazin bên gundê me."
“Îşkence li gundiyan kirin”
Welatî Rojbin Yucelê jî gotiye: "Ji ber jinbira min a du canî xistin xwar jiyana wê û zarokê wê ket talûkeyê. Sewalên me kuştin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Eskeran li pêş çavê min destê ap û pismamê min kelepçe kirin. Çek xist serê wan. Bi qundarê çekan li wan xist. Em gundê xwe terk nakin."
Sevda Yucelê jî aniye ziman ku lesker û cerdevan hatin bêyî wan agahdar bikin gomên wan xera kirin û wiha gotiye: "Dema em li dijî xerakirinê derketin li me xistin. Bi şîşa li me xistin. Li me dan. Gelek kes birîndar bûn. Ev zulm û neheqî ye. Fermandar got 'Em destûr nadin hûn li vî gundî bijîn.' Em destûrê nadin vê yekê û em ê heta dawî li ber xwe bidin."
(TP/AY)