Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Nisêbînê, lêpirsînnameyek ji bo Ahmet Kanbal, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) amade kiriye. Serdozgeriyê ji ber nûçeya Kanbalî lêpirsîna wî kiriye ku di 19ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de bi ser navê “Zarokê 16 salî di 3 salan de 30 caran hate desteserkirin: Derb li dayika wî dan” hatibû weşandin.
Dozgeriyê bi armanca lêpirsînkirinê îfadeya Kanbalî wergirtiye û îdia kiriye ku Kanbalî “Kesên têkoşîna terorê dikin, kiriye hedef.”
Kanbal çûye Beşa Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê û ji wî pirsîne ku ka wî çawa nav û nasnavên polîsê navborî bidest xistiye û çavkaniyên wî yên nûçeyê kî ne.
Kanbalî îdiayên ku dozgerî aniye ziman, qebûl nekiriye û gotiye ku, wî nûçeya polîsekî sûc kiriye weşandiye, her weha dozgerî derbarê polîsên navborî de lêpirsîn vekiriye û ev didome.
Kanbal piştî îfadeya xwe daye, ji emniyetê veqetiyaye.
Çi bûbû?
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî, F.A.yê 16 salî, yê bavê wî di 2018an de li Nisêbînê hatiye girtin, di sê salan de 30 caran hatiye desteserkirin. Kanbalî di nûçeya xwe de nivîsîbû kû polîsên li Beşa Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê bêyî biryara dozgeriyê zarokê navborî desteser kirine û ji wî xwestine ew sîxurtiyê bike.
Di heman nûçeyê de diyar kiribû ku F.A. di 16ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de careke din li kargeha xwe hatiye desteserkirin, Felek A. dêya wî çûye navenda polîsan lê derb li wê dane. Felek A. çûye Serdozgeriya Komarî ya Nisêbînê û giliyê polîsan kiriye.
Dozgeriyê lêpirsîn dabû destpêkirin û derketibû holê ku vîdeoyên tomarkirî yên li navenda polîsan jê birine. (HA/FD)