Fotograf: omerfarukgergerlioglu.com
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Kocaelîyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû li ser medya civakî gotibû, li girtîgehan girtîyên ku encama testa wan a vîrusa Covîd-19yê pozitiv derketine hene. Li ser van gotinan Serdozgerîya Komarî ya Enqereyê, di Sazîya Bicîhanîna Cezayê ya Sîncanê da derbarê Gergerlîoglûyî da lêpirsîn daye destpêkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, Gergerlîoglûyî li ser hesabê xwe yê medya civakî eşkere kirîye li Girtîgeha Cureya Lyê ya hejmara 2 ya Sîncanê girtîyek 70 salî bi vîrusa koronayê ketîye. Li ser vê derbarê Gergerlîoglûyî da bi sûcê "tirsê di nava gel da belav dike" lêpirsîn hatîye destpêkirin. (TP/AY/FD)