Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lêpirsîname ji bo 5 polîsan amade kirine ku kiryarên xirab li Onûr Yaser Canî kirine û zabitnameyên derbarê desteserkirina wî de guhertine. Canê 28 salî di dema desteserkirinê de îşkenceyên giran lê hatibû kirin û paşê ji ber vê îşkenceyê xwe kuştibû.
Ji ber dozgerî destûra lêpirsîna van polîsan nedabû, malbata Canî li dijî biryarê derketibû.
Li gorî nûçeya Haci Bişkinî ya li Gazete Duvarê hatiye weşandin, malbatê careke din serî lê daye û dadgehê biryar daye ku lêpirsîna Hakan Aydinê serkomîseran ê kevn, Salih Bahar û sê polîsên din were kirin.
Dozgeriyê nota ku Canî li du xwe hiştibû qebûl kiriye
Malbata Canî di sala 2010an de ji ber “îşkencekirinê”, “wezîfeya xwe nebaş bikar anîne” û “êrîşa zayendî” kirine giliyê wan kesan kiribû lê dozgeriyê destûr nedabû. Bi tenê ji ber sextekariya di belgeyên fermî de kirine, hatibûn dadgehkirin.
Mehmet Umît Erdem, parêzerê malbata Canî, wiha gotiye:
“Biryara parastina van kesan rabû. Êdî wê lêpirsîna wan bê kirin. Yaser Can beriya ku xwe bikuje, notek nivîsandibû. Di vê notê de behsa wan kiryarên xirab kiribû ku hatibûn serê wî. Dozgeriyê ev not jî weke hincet nîşan dane. Hakan Aydin û ew polîsên ku wî ew birêve birine, wê werin lêpirsîn.”
Hatîce Can, dêya Onûr Yaser Canî gotibû ku wê ew not piştî kurê wê xwe kuştiye di bêrîka dawiyê ya şalekî wî de dîtiye. Di notê de wiha nivîsiye: “Piştî min şilfî tazî kirin û min li ser qelefîskan dan rûniştandin kirin ku ez bikuxim min jimara telefonê û navê min xwe pê gîhand ji wan re got. Ez ditirsiyam.”
Çi bûbû?
Onûr Yaser Can di sala 2010an de hatibû desteserkirin û li Beşê Narkotîkê îşkence lê hatibû kirin û ew şilfî tazî kiribûn. Piştî ku cara sêyan ji bo îfadeyê bang li wî kiribûn, wî xwe kuştibû. Hatîce Can dêya wî jî di Adara 2014an de xwe kuştibû.
Onûr Yaser Canî di 28 saliya xwe de, dêya wî jî di 57 saliya xwe de xwe kuştibû. (EMK/FD)