Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Esenyurtê de, Cîgirê Serokê Şaredariyê Yusuf Ulutaş jî di nav de, 9 kes hatin girtin.
Di lêpirsînê de 10 kes bi şertê kontrola adlî hatin berdan.

Şaredarê Esenyûrtê yê CHPê hat desteserkirin
Pêvajoya tayînkirina qeyûm
Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de namzetê CHPê bû û piraniya dengan bi dest xist û bû Şaredarê Esenyûrtê.
Di 30ê Cotmeha 2024an de Serokê Şaredariya Esenyûrta Stenbolê Ahmet Ozerê ku ji CHPê hat hilbijartin di serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin.
Her weha Ozer di 31ê Cotmehê de jî bi tohmeta ku "endamê rêxistina terorê ye" hatibû girtin.
Wezareta Navxweyî heman rojê Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wek qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê erkdar kiribû.

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon pêk hat: 17 kes hatin desteserkirin
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya têkildarî tayînkirina qeyûm de weha gotibû:
“Şaredarê Esenyurtê Ahmet OZERê ku di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2024/162302 ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta ku 'Endamê Rêxistina Terorê ya Çekdar PKK/KCKê ye' hat girtin. Li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weke tedbîreke demkî ji wezîfeyê hat dûrxistin.”
“Li gorî xalên 45 û 46an ên Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an Alîkarê Waliyê Stenbolê Can AKSOY ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve weke qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat tayînkirin.”
