Foto: Evrim Aydın – Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesekî ku li Çûbûka Enqereyê bi êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) tê tohmetkirin, hatiye desteserkirin. lêpirsîna vî kesî berdewam dike. Ji bo lêpirsîna wî ji dozgeriyê çend rojên din hatine xwestin.
Di dema rêûrisma binaxkirina leşkerê bi navê Yener Kirikçiyê li Colemêrgê di dema operasyonê de miribû ya li Enqereyê de, Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû rastî êrîşekê hatibû.
Bixwîne - Hevserokên HDPyê serdana Kiliçdaroglûyî kirine
Li gorî nûçeyan, kesê bi navê O. S. îro hatibû desteserkirin ku di dîmenan de tê dîtin kulmikê li Kiliçdaroglûyî dide. O. S. li ser rêya Eskîşehîrê hatibû desteserkirin.
Bixwîne - CHP dê li 81 bajaran derkeve kolanan
Omer Çelîk, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku O. S. endamê partiya wan e û bi armanca ixrackirina ji partiyê endamtiya wî şandine ber destê Lijneya Disiplînê ya rêxistina wan a Enqereyê.
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî îro aşkere kiribû ku neh kes hatine desteserkirin. Jêpirsîna gumanbarên din berdewam dike.
Bixwîne - Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Kiliçdaroglû: Ne protestoyeke ji rêzê bû, hewldana lîncê ya birêxistinkirî bû
Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê vê sibê ji rojnamegeran re behsa êrîşa li çûbûkû çêbûye kiriye û wiha gotiye:
“Êrîşeke birêxistinkirî, di eslê xwe de êrîşeke terorê bû. Divê wiha binirxînin. Yanî divê weke bûyereke protestoyî ya ji rêzê nenirxînin. Ji xwe bûyereke wiha nîne. Ne protestoyeke ji rêzê bû. Ev hewldana lîncê ya birêxistinkirî ya li hemberî siyasetmedarekî ye”.