Endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglu di sala 2011an de li Girtîgeha Marmarayê jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Konarê ya Sîlîvriyê derbarê mirina Kozînoglû de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derbarê 4 kesan de biryara desteserkirinê hate dayîn.

Dadgeha Îstînafê biryara derbarê doza JITEMa Qoserê de pesend kiriye
Yek ji van kesan berpirsiyarê şewitandina gundên li Qoserê û Dêrikê û faîlê doza JÎTEMê ya Qoserê Hasan Atîlla Ugur e. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Hasan Atîlla Ugur li Kibrisê ye û nehatiye binçavkirin.

Doza JİTEMê ya Qoserê bi sedema dem di ser re boriye, bi dawî bûye
Derbarê Hasan Atîlla Ugur de?
Hasan Atîlla Ugur fermandarê teqawid yê cendirmeyan e. Di salên 90î de wek fermandarê JÎTEMê li gelek deverên Mêrdînê, li ser peywîrê bûye. Dema li Qoserê peywîrdar bûye, 22 kes bi awayekî guman hatine windakirin.
Îstîxbarata Cendirmeyan û Têkoşîna Terorê (JÎTEM) di salên 90î de li bajarên Kurdan bi awayekî nefermî kiryarên hovane pêk anîn. Gelek kes di encama kiryarên JÎTEMê de hatine kuştin û windakirin. Li gorî parêzvanên mafên mirovan û Baroya Amedê Hasan Atîlla Ugur jî yek ji berpirsyarê van bûyeran e.
Hasan Atîlla Ugur di Doza JÎTEMê ya Qoserê de weke bersûc dihat darizandin. Ew di vê dozê de weke berpirsê kuştina 22 welatiyên Kurd ku di navbera salên 1992-1996an de bi awayekî guman hatine kuştin.
Ji sûcên, ‘Avakarê rêxistina çêkdarî’, ‘Kuştinên plankirî’ hat darizandin. Tevî van sûcan jî Hasan Atîlla Ugur di vê doze de bi hincetên, kêmbûna daneyan û demboriyê hate beraetkirin. Bi vê yekê re jî careke din derket holê ku tevî sûcdar diyar in jî dewlet ji ber berjewendiyên xwe û li gorî demê diparêze. Yek ji kiryarên derhiqûqî jî ew e ku Hasan Atîlla Ugur dema Abdullah Ocalan tê girtin, li Girava Îmraliyê jêpirsîna ewil dike ye.
(FY/AY)
