Serdozgeriya Komarî ya Wanê, ji ber ku nûçeya girtina nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê weşandiye, lêpirsînname derbarê Ferhat Çelîk, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamya re amade kiriye.
Rojnameger Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala ji ber nûçeya avêtina du gundiyan a ji helîkopterê nivîsandibûn, hatibûn girtin.
Ajansê nûçeya desteserkirin û girtina rojnamegeran bi sernavê "Fermana desteserkirina rojnamegeran ji heman cihî ye" weşandibû. Serdozgeriyê bi îdiaya ku Ferhat Çelîkî "kesên li dijî rêxistinên terorê kar dikin, hedef nîşan daye" lêpirsînname amade kiriye. Çelîk çûye Midûriyeta Polisan a Ferîkoyê ya Stenbolê û îfade daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, Çelîkî, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku bûyera mijara gotinê, hêjayî nûçeyê ye û kirine nûçe û tohmedan qebûl nake.
Çi bûbû?
Di 11ê Îlona 2020an de li Şaxê, navçeya Wanê cendermeyan Osman Şiban û Servet Turgut desteser kiribûn. Piştî wê derketibû holê ku Şiban û Turgut li Wanê li nexweşxaneyê tên dermankirin. Ajansa Mezopotamyayê belgeyên derbarê vê bûyerê de weşandibû û gotibû ku Şiban û Turgut ji helîkopterê avêtine. Servet Turgutî piştî demekê can dabû.
Polîsan di 6ê Çiriya Pêşiyê de Adnan Bilen û Cemîl Ugur, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Şehrîban Abî û Nazan Sala, nûçegihanên Jinnewsê ji ber weşandina vê nûçeyê desteser kiribûn. Her çar rojnameger bi hinceta ku “li dijî dewletê nûçeyên civakî” çêkirine di 9ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin.
Rojnameger di 2yê Nîsana 2021an de li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hatibû. Piştî pêşkêşkirina parastinan, heyeta dadgehê, biryara tehliyekirina rojnamegeran dabû. (FD)