Li Dêrsimê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an ve wenda ye. Di çarçoveya lêpirsîna Dokuyê de 2 kesên din hatin girtin.
Di dosyeya lêpirsînê de vekolînên teknîkî yên nû hatin kirin.
Li gorî tomarên Sîstema Nasîna Pilaqeyan, wesayîta ku tê nirxandin Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman bi kar aniye, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î di wan saetên ku Doku herî dawî hatiye dîtin de li ser rêya Pira Sari Saltukê bûye.
Tomarên kamerayê
Li gorî tomarên kamerayan, wesayîta ku diyar bûye ji bo Burçîn Hizli Kahramanê hatiye dabînkirin û Alî Kahraman diajot, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î derdora saet 12:25an di Sîstema Nasîna Pilaqeyan ya FEDAŞê re û nêzîkî 3 xulekan pişt re jî di Sîstema Nasîna Pilaqeyan ya Zanîngehê re ber bi aliyê Xarpêtê ve çûye.
Di hejmartinan de hat nirxandin ku wesayît derdora saet 12:27an di ser Pira Sari Saltukê re derbas bûye.
Diyar bû ku di heman demê de ji telefona ku Burçîn Hizli Kahramanê bi kar dianî, saet 12:27:51ê de bi xeta ku hevjîna waliyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, Handan Sonelê bi kar dianî re axaftina telefonê hatiye kirin.
Di qeydên HTSyê de hat diyarkirin ku di nava rojê de di navbera van her du xetan de gelek pêwendî hatine kirin.
Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman piştî van bipêşketinan di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn desteserkirin.
Piştî kar û barên fermî, her du gumanbar bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezê û aştiyê ya nobedar hatin kirin û dadgeriyê biryara girtina wan da.

Lêpirsîna Gulistan Dokuyê: Kesekî din jî hat girtin
Di çarçoveya operasyona 29ê Tebaxê de 10 kes hatibûn desteserkirin. Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman di nav wan kesan de bûn.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
"Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”
Di 29ê Tebaxê de di pêla 5emîn a operasyona lêpirsînê de 10 gumanbar hatibûn desteserkirin. Ji wan heta niha 4 kes hatine girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna berfireh a Serdozgeriyên Komarî yên Erzurum û Tunceliyê de hejmara kesên di lêpirsînê de hatine girtin derket 32an.
(AY)
