ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku nirxê dolarê Amerîkayê li hemberî pereyê tirkan bilind bû û li Tirkiyeyê nîqaşa krîza aboriyê derket, Midûreyeta Giştî ya Emniyetê aşkere kir ku wan lêpirsîn ji bo 346 hesabên medyaya civakî vekiriye. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê xwediyê van hesaban “manîpulasyonê li ser nirxê dolarî dikin û nêrîneke neyênî çêdikin.”
Daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê wiha ye:
“Parvekirinên li ser medyaya civakî yên ku di van rojên dawiyê de derbarê aboriya welatê me de manîpulasyonan dikin û nêrîneke neyênî çêdikin, ji hêla Serokatiya Beşa Têkoşîna Li Hemberî Sûcên Sîberê tên şopandin û lêpirsîn ji bo wan tê vekirin. Di 07.08.2018ê de ji bo 346 hesabên medyaya civakî lêpirsîn hatiye destpêkirin ku parvekirên manîpulatîf û nêrînên neyênî çêdikin.”
Serdozgeriyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin
Beriya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê jî aşkere kiribû ku ji bo parvekirinên li ser medyaya civakî, nûçeyên nivîskî û dîtbarî lêpirsîn dane dest pêkirin. (BK/FD)