Fotograf: Zanîngeha Trakyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê lêpirsînname ji bo Cevdet Kiliç, Dekanê Fakulteya Îlahiyatê yê heman zanîngehê hatiye vekirin ku gef li xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê vekiribû:
gotibû, “Ev mehek derbas bûye ku hûn çalakiyan dikin, ne. Em çalakiyan nakin. Em şevê karê xwe diqedînin û sibehê diçin ser karê xwe, min xwest hûn bizanibin.”
Rektoriyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wiha gotiye:
“Ji ber gotinên Prof. Dr. Cevdet Kiliçî ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê şexsî weşandiye, zanîngeha me derbarê mijarê de lêpirsînname amade kiriye. Em vê zanyariyê pêşkêşî raya giştî dikin.”
Kiliçî çi gotibû?
Prof. Dr. Kiliçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsandibû:
“Hûn Bogaziçiyî ne, jiderveyîbogoziçiyê ne, wê nizanim. Qet di hişê xwe de jî derbas nekin. Em ne ku destnimêjê digirin û derdikevin ji derve. Ji xwe em bi destnimêj in. Me xwest ku hûn bizanibin… Ka ez ji we re bibêjim. Ev mehek derbas bûye ku hûn çalakiyan dikin, ne. Em çalakiyan nakin. Em şevê karê xwe diqedînin û sibehê diçin ser karê xwe, min xwest hûn bizanibin.”
Piştî ku lêpirsînname ji bo wî hatiye amadekirin Kiliçî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek daye û gotiye ku li dijî wî kampanyayeke lînckirinê hatiye destpêkirin û maneyên din dane gotinên wî. Kiliçî diyar kiriye ku ew ê giliyê wan kesan bike. (EKN/FD)