Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lêpirsîn li wan xwendakaran hatiye vekirin ku tê îdiakirin di dema merasîma mezûniyê ya ODTÜyê de ala keskesorê hilgirtine.
Li gorî nûçeya Yildiz Tarê ya ji KaosGLyê, ji fakulteyên cuda cuda, li zêdetirî 20 xwendekaran lêpirsîn hatiye vekirin. Sekreteriyên beşan ji xwendekaran re e-posta şandine û tê de gotine ku, “belavkirina ala LGBTI+yan û bi armanca ku deng derxe dana li pîspîskê.”
Ji xwendekarên ku tê îdiakirin çalakî birêxistin kirine ev pirs hatine kirin: “Hilgirtin û belavkrina alê sûc e, te belav kiriye?”, “We ji bo protestoyê al belav kiriye?” “Pîspîsk hebû?”.
Xwendekarekî ji KaosGLyê re behsa wê pêvajoya li ODTÜyê kiriye û gotiye:
“Hejmareke zêde xwendekaran al hilgirtibûn û bi qasî ku me ji lêpirsînê fam kiriye, helwesteke bi vî awayî ya rêveberiyê heye ku “em nikarin tiştekî bi hemûyan bikin, qe ne be em fişarê li ser çalakvanan bikin.”
Çi bûbû?
Piştî ku Walîtiya Enqereyê di çarçoveya Qanûna Rewşa Awarte de bernameya LGBTIyan ji bo demeke ne diyar qedexe kiribû, Rektoriya ODTÜyê jî 8em Meşa Rûmetê ya ODTÜyê û 2yem Hefteya Rûmetê ya ODTÜyê qedexe kiribû.
54 komên xwendekarên ji ODTÜyê, bi vîdeoyekê bertek nîşanî biryara Rektoriyê dabûn. Piştevaniya LGBTI+yan ya li ODTÜyê aşkere kiribû ku ew ê 11yê Gulana 2018ê 8em Meşa Rûmetê çêbikin. Bi beşdariya bi sedan xwendekaran û bi slogana “Qedexeyan qedexe bike” meş çêbûbû.
Piştî vê meşê dekanên Fakulteya Mîmariyê û ya Zanistên İqtîsadî û Îdarî û Midûriyeta Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî bi îdiaya ku beşdarî meşê bûne lêpirsîn li xwendekaran vekiribû.
Piştî vê lêpirsînê Dekaniya Fakulteya Fen û Edebiyatê bi îdiaya ku ala keskesorê li avahiya Fizîkî daliqandine, lêpirsîn li xwendekaran dabû destpêkirin.
6ê Tîrmehê di merasîma dîplomayê ya li ODTÜyê de hêzên ewlehiyê yên taybet êrîşî xwendekaran kiribûn. Piştî protestoyên li merasîma mezûniyê, 8ê Tîrmehê roja yekşemê ji Piştevaniya LGBTI+yan Ozgur Mehmet Gur, Serokê Konseya Nûnerên Xwendekarên ODTÜyê li mala xwe hatibû desteserkirin. Çar xwendekarên ku di heman merasîmê de karîkatura “Cîhana Tayyîban” hilgirtibûn hatibûn girtin. Xwendekar di danişîna pêşiyê de hatibûn berdan. (ÇT/FD)