Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
8ê Tîrmeha 2018ê li Çorluyê trênekê qeza kiribû, 25 kes miribûn û 340 kes birîndar bûbûn. Serdozgariya Komarê ya Çorlûyê lêpirsîna li ser bûyerê temam kiriye.
Dozger, Galip Yılmaz Özkurşunî li ser sîyasetmedar, bûrokrat û karmendên pilebilind ên TCDDyê(Rêyên Hêsinî yên Dewleta Komara Tirkiyeyê) bi rê ve biriye û diyar kiriye ku ne hewceyî lêpirsîneka dî ye.
Dozgeriyê ji bo şefê trênê, Huseyîn Kahraman û teknîkerên wê Halil Altınkaya û Suat Şahîn biryara teqîpnekirinê daye. Dozgeriyê ji bo karmendên pilekêm yên TCDDyê lêpirsîn daye vekirin lê belê li ser yên bilebilind nedaye vekirin.
Li ser çar karkerên karkerên TCDDyê lêpirsîn hatiye vekirin.
Li gor rapora şarezayan çar karmendên TCDDyê berpirsên bûyerê ne. Dozgeriya Çorluyê lêpirsîn li ser wan çar kesan vekiriye.
Çi bûbû?
Trêna bi hejmar 12703yê ya ku ji navçeya Ûzûnkopruyê ya Edirneyê ber bi Stenbolê ve diçû, duh (8ê Tîrmehê) saet li derdora 17.00ê ji rê derketibû, 25 kes miribûn û 340 kes birîndar bûbûn.
(HA/MB)