Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Lêpirsîn ji bo nûçeya bîanetê ya bi sernava “Doz li rojnamegerên ku îddiayên gendeltiya parêzerê Erdoganî kiriye nûçe vekirine” hatiye vekirin. Rojnameger Nazan Ozcan ku wê demê derhênera weşanê ya bîanetê bû di çarçoveya lêpirsînê de îfade daye.
Nazan Ozcan îro bi parêzera xwe Merîç Eyuboglûyê re çûye Şaxa Ewlekariyê ya Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê îfade daye û gotiye, “Hemû mijarên ku di nûçeyê de cih digirin weke ‘îdia’ hatiye diyarkirin. Ji ber vê yekê wekî ku gilîker îdia dike, 'heqaret û îftîra' nîne, xebateke rojnamegeriyê ye."
Nazan Ozcanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivisiye ku “Xebatên rojnamegeriyê weke sûc nayên nişandan”
Çi bûbû?
Ji Dogan Ergun, Derhênerê Weşana Giştî yê berê yê Îlerê Haberê û Îzel Sezer, Derhênera Weşana Giştî ya niha re bi daxwaza heta 11 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin.
Doz bi sedema rojnamegeran twîtên ku îddiayên Mûstafa Dogan Înal, parêzerê berê yê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê kare ruşwetê kiriye tê de ye kiriye nûçe, hatibû vekirin.
Her du navan di lêpirsîna ku Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve kiriye de îfade dane. Di encama lêpirsînê de li her du rojnamegeran doz hatibû vekirin.
(AS/AY)