Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ozcan Purçu, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Îzmîrê pêşniyaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û xwestiye ji bo sûcên nefretkirin û cidaxwaziyê yên li Tirkiyeyê li dijî Romanan dibin, komîsyoneke lêkolînê ava bikin.
Caner Sarmaşik, welatiyê Roman dema leşkeriya neçar dikir di 29ê Nîsanê de can dabû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin wî xwe kuştiye. Komeleya Mafên Romanan jî li ser vê mirina biguman a leşkerî gotibû, “merheleya dawî ya cidaxwaziyî ye”.
Li gorî daxuyaniyan, Caner Sarmaşik telefonî malbata xwe kiribû û ji wan re gotibû, “fermandar gelekî bi ser min de tê, ez nizanim ez ê çi bikim”. Malbata wî çûye ba mixtarî û mixtarî telefonî fermandarê bolikê kiriye. Li ser vê rewşê, fermandarî ji Sarmaşikî re gotiye, “Tu çima telefonî malbata xwe dikî, çima giliyê me dikî.”
Ozcan Purçuyê CHPyê gotiye ku li Tirkiyeyê ji ber nasnameya wan a etnîk û çandî, cidakarî li Romanan dikin û gotinên nefretê ji wan re dibêjin.
Purçuyî diyar kiriye ku Roman têkoşîna xizanî û birçîtiyê dikin û pêvajoya dana mafên Romanan pêk nehatiye, çanda wan tê windakirin.
Purçuyî gtiye ku bandora sûcên nefretkirinê û cidaxwaziyê qadên bingehîn ên weke tenduristî, perwerde û hewînê û gelekên din dike.
Parlamenterê CHPyê her weha destnîşan kiriye ku hin sûcên nefretkirinê yên li dijî Romanan tên kirin, birînên kûr li wan vedike û necezakirin dihêle sûcên nû yên nefretkirinê werin kirin. (AO/FD)