Şîrketa Lêkolînan Ipsosê encamên lêkolîna xwe ya bi navê “Çi ne tiştên Cîhanê metirsîdar dikin?” ragihand.
Lêkolîn di navbera 26ê Kanûna Paşiyê û 9ê Sibatê ya 2024an li 29 welatan hatiye kirin. Ji bo lêkolînê bi 25 hezar mirovan re bi rêya online hevdîtin hatine kirin.
Ji bo pirsa ku dibêje “Li gorî nêrîna te li welêt rewş ber bi başiyê ve diçe yan di rêyeke şaş de diçe?” ji sedî 73yên welatiyan gotiye, “di rêyeke şaş de diçe.”
Ji sedî 50yê welatiyan diyar kiriye ku ew herî zede ji enflasyonê ditirsin. Di rêya duyem de jî ji sedî 30ê beşdaran gotiye, ji xizanî û newekheviya civakî ditirsin.
Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, ji sedî 22yê beşdarên Tirkiyeyê diyar kiriye ku ew ji “rêjeyên sûc û tundkariyê”, ji sedî 22yê din ji “bêkariyê”, ji sedî 21 ji “genderiya darayî û siyasî” ditirsin.
Ji sedhi 5ê beşdarên ji Tirkiyeyê germbûna gerdûnî weke metirsîdar dinirxînin. Berovajî vê rewşê, li Ewropayê ev rêje gelek bilind e.
(RT/FD)