Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Fermandariya Cendirmeyên Bajarê Enqereyê di çarçoveya xebata bi navê “sanal devriye” yê de lêkolîn li ser 2 hezar û 468 hesabên medyaya civakî hatiye kirin. Her weha bi sedema ku “çalakiyên derveyî qanûnî kirine” 387 malperên înternetê asteng kiriye.
Li gorî nûçeya AAyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di navbera 1-31ê Adarê de xebateke bi navê “sanal devriye” daye destpêkirin û di çarçoveya wê xebatê de lêkolîn li ser 2 hezar û 468 hesabên medyaya civakî hatiye kirin.
BITIKÎNE- Rojnameger ji bo azadiyê têkoşiyan, darazê biryarên erênî dan
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê di sala 2021an de 975 nûçeyên ku di malperên nûçeyan yên înternetê de hatine weşandin bi biryarê Dadweriyên Cezê û Aştiyê hatine astengkirin.(AS/AY)