Lehiya li Nepalê: Hejmara kesên mirine derket 1114an
Hejmara kesên ku di karesata lehiyê ya li herêmên Nepalê yên nêzîkî sînorê Çînê de canê xwe ji dest dane derket 1114an. Hejmara kesên winda ne gihîştiye nêzîkî 4 hezarî û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Saziya Birêvebirin û Kêmkirina Rîska Karesatan a Neteweyî a Nepalê, derbarê rewşa dawî ya herêma ku lehiyê bandor lê kiriye de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên di karesatê de canê xwe ji dest dane gihîşt 1114an. Ji bo dîtina nêzîkî 4 hezar kesên ku agahî ji wan nayê sitendin, zêdetirî 20 hezar personelên ewlehiyê tevlî xebatan dibin. Hat ragihandin ku tîman heta niha 11 hezar û 993 kes rizgarkirine.

Di santralên hîdroelektrîkê de bi sedan kes wenda ne
Li gorî nûçeya Kathmandu Postê, agahî ji 947 karkerên santralên hîdroelektrîkê nayê sitendin. Tê pêşbînîkirin ku beşek ji wan di tunelên bin erdê de asê mane.
Yekitiya Hilberînerên Enerjiya Serbixwe ya Nepalê jî ragihand ku 947 karkerên ku di santralan de dixebitin wenda ne. Hê nayê zanîn ku bê ka çend ji van karkerên winda di tunel û tesîsên bin erdê de asê mane û çend ji wan li ber lehiyê ketine.
Keskûkarên karkerên winda jî diyar kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hêdî dimeşin û bertek nîşanî hikûmetê û şirketên ku projeyên hîdroelektrîkê bi rê ve dibin dan.
Li Nepalê hejmara miriyan derket 469an
Sedema lehiyê herfîna cemedê ye
Karesata lehiyê di 26ê Tebaxê de li herêma Rasuwa ya Nepalê rû da. Ji ber ava lehiyê gelek pire hatin hilweşandin û rê jî xera bûn. Ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê helîkopter ji herêmê re hatin şandin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku livîna sîsmîk a ku beriya lehiyê li herêmê çêbûye di destpêkê de wekî erdhej hatibû nirxandin, lê di lêkolînên piştre de diyar bû ku sedema livîna bi mezinahiya 5,2an herfîna cemedê ye.
(EMK/AY)