Leglegên her sal ji biharê heta dawiya havînê li Qersê dimînin di zivistanê da diçin ciyên germ. Leglegan îsal jî dest bi koçê kiriye.
Leglegên ku havînê tên derdora Çemê Qersê û li Qerehemzeya gundê navçeya Selîmê dest bi koçê kirine. Legleg dê biçin ciyên germ.
Emrah Çobanê Kordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku çûkan dest bi koça xwe kiriye û got ku legleg ji wan çûkên mizgîniya biharê ne.
Çobanî destnîşan kir ku leglegên koç dikin zivistanê diçin Afrîkayê û got: "Legleg bi taybetî li çêreyên tên çinîn û derdora çeman dimînin, zikê xwe têr dikin û pey ra koç dikin."
(MB)
Çavkanî: Nihat Kavşut | AA