Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 777an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketine û çûne ber deriyê edliyeyê û li ber pankarta li ser “ji bo malbata Şenyaşar edalet” nivîsiye çalakiya xwe ya nobetê dane destpêkirin.
Emîn Şenyaşar ji bo hevdîtina kurê xwe Fadil Şenyaşar çûye Girtîgeha Xarpêtê. Her weha Ferît Şenyaşar jî ji bo tev li mitînga Partiya Çep a Kesk ya saet di 14.00’an de çûye navçeya Halîliya Rihayê.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesaba Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kiriye û ev peyam parve kiriye: “777emîn roja lêgerîna me ya edaletê ye ku li Qesrên Edaletê ji holê hatiye rakirin. Dayika Emîne ji bo ku kurê xwe yê ‘dîl’ tê girtin hembêz bike di rêyên Girtîgeha Xarpêtê de ye…. Heta ku ji bo hemû mexdûrên li ser vê axê dijîn edalet pêk were em ê ‘Nobeta xwe ya Edaletê’ bidomînin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (NT/AY)