Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 253emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku 9ê Adarê de dest pê kiribû, di roja 253an de didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û gotiye:
"3 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê gelek kesan hatin înfazkirin. Ev bû 3 sal û 5 meh hêj li holê doz nîne. Kujer jî serbest digerin. Dozger tenê dayika ku li pey doza xwe ketiye didarizîne. Bersûc: dayik, Gazinker: Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz, Mexdûr: Suleyman. Gelo Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê li kû ye?"
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)
*Çavkanî: JinNews