Lawje wê 19ê Hezîranê li Kadikoya Stenbolê konsertekê bide. Lawje wê di vê konsertê de wan stranan bibêjin ku ji herêma Colemêrgê û derdora wê berhev kirine û ji nû ve saz kirine.
Konserta Lawjeyê wê li Moda Sahneyê pêk bê û saet di 21.00ê de dest pê bike.
Lawje yek ji wan komên muzîkê ye ku di salên dawiyê de bi nûjenkirina stranên folklorîk ên herêma Colemêrgê, bi nav û deng bûye.
Solîstê koma ku ji çar kesan pêk tê Alî Tekbaş e. Kom li gel amûrên klasîk ên muzîkê bi amûrên modern, muzîka kurdî ya klasîk nûjen dike.
Kom bi taybet li ser ew muzîka ku bi herêma Colemergê tê naskirin kar û xebatê dikin. Kom vê muzîkê li gorî formên modern ên cîhanê ji nû ve saz dike û pêşkêşî muzîkhezan dikin.
Derbarê Lawjeyê de
Kom ji sala 2003yê û vir ve karê muzîkê dike. Albuma wan a yekê ya bi navê "Seliqê" sala 2013ê ji hêla Kalan muzîkê ve hatiye derxistin û belavkirin. Muzîka wan a di filmê bi navê "Were dengê min" de li 33yemîn Festivala Filman a Stenbolê "Xelata herî baş a muzîkên filmî" standiye. (FD)