Wekî me qewlê xwe kiribû da ku em biçin cem bi Ali Tekbaşî, solîstê Lawjeyê, ez û hevkarê xwe Murat Bayram saet di 8ê êvarê de li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev û me xwe ji Kolana Îstîklalê bera ser kuçeyekê da. Dema em ketin nav kuçeya li pişt Dêra St. Antuanê em li ber deriyekê sekinîn. Li ser dîwarê avahiyê BGST (Boğaziçi Gösteri Sanatları Topluluğu) dinivîsand.
Ev der studyoya BGSTyê bû ku me yê li wir hevpeyvînek bi koma Lawjeyê re bikira. Dema em ketin hundirê avahiyê dengê muzîkekê ji dur ve hat guhê me. Ali Tekbaş, solîstê Lawjeyê li ber derî pêşwaziya me kir û em ber bi cihê xebata wan ve meşiyan. Cihê wan di nava avahiyê de, du tebeqe di asta jêrzemînê de bû. Her ku em diçûn dengê muzîkê bilindtir dibû.
Beriya niha nêzîkî bi 15 salan ez careke din hatibûm vê derê. Wê gavê Kardeş Turkuler wê albuma xwe ya bi navê “Bahar” derxista. Ji bo hevpeyvînê ez çûbûm wê derê.
Piştî 15 salan, vê carê jî ji bo projeyeke nû ya Lawjeyê ez li heman derê bûm.
Li nava odeyê gelek amûrên muzîkê hebûn. Sê hunermend li nava wan amûran rûniştibûn û ew muzîka ku ji dûr ve dengê wê dihate me, lê didan.
Strana Tahsîn Tahayî ya bi navê “Te ez hêlam” bû a ku lê didan. Piştî bixêrhatina me kirin Ali Tekbaş jî çû li cihê xwe rûnişt û proveya xwe berdewam kirin.
İbrahim Odak
Min û hevkarê xwe Murat Bayramî jî dest bi amadekariya xwe kir da ku em hevpeyvîna xwe bikin.
Lawje, koma muzîkê ya ku stranên gelêrî yên Colemêrgê berhev dike û wan ji nû ve şîrove dike, wê vê carê bi projeyeke nû derkeve pêşberî guhdarvanan.
Navê projeyê “Lawjeyên Evîniyê” ye. Ali Tekbaş, Ali İmran Erin, Serhat Bostanci û İbrahim Odak ji bo vê projeyê ev çend roj in li wê cihî amadekariyan dikin.
Lawje wê di projeyê de stranên Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerifî bistirên.
Tişta ku ev stranbêjên bi nav û deng di vê projeyê de aniye ba hev stranên wan ên li ser “evîna welêt” e. “Evîna welêt” a ku di stranan de ne bi awayekî aşkere lê bi navê gul û çîçekan, dar û beran hatiye bilêvkirin.
Ali İmran Erin
Ali Tekbaş, endamê Lawjeyê derbarê vê xebatê de wiha got: “Lawje stranên gelêrî berhev dike. Ên winda dibin derdixe û wan nûjen dike û careke din belav dike. Daxwaza me ew bû ku stranên eviniyê bi selîqiya Lawjeyê careke din bibêjin.
“Stranên giran in, atmosferên wan cida ye. Ne wekî performansa Lawjeyê ye. Em çar kesin û wê muzîkake rehet be. Guhdarvan wê şeveka klasîk derbas bikin.”
Serhat Bostanci
Dema me karê xwe qedand û me xatir ji wan xwest, em derketin derveyî avahiyê, strana Tahsîn Tahayî ji dengê Ali Tekbaşî dihate guhê me.
“Te ez hêlam malî ava, rondik berdan te ji van çavan
Tu bû ye bîk, te pîroz bît, min xwe nedît bo te zava
Te ez hêlam te ez hêlam te ez hêlam malî ava”
Konsera vê projeyê wê di 24ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de li Kadikoya Stenbolê, li Moda Sahnesi pêk were. Plansaziya komê ew e ku vê konserê li cihên din jî pêk bîne û stranan weke albumeke muzîkê derxe. (FD)
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
Ji Mikaîl Aslan ji bo 30 saliya hunera xwe muzîkaleke taybet: Dîdar
Yek ji hunermendê navdar ê Kurdan Mikaîl Aslan di 30 saliya hunera xwe de bi muzîkaleke taybet a bi navê "Dîdar" derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Her weha Premiyera ‘Dîdar’ê dê di 27ê Nîsanê de li Stenbolê pêk were.
Hunermendê Kurd yê Dêrsimî Mikaîl Aslan projeya xwe bi gotinên "Di nava xewnekê de, li ber deriyê rûbirûbûnekê, di dilê hevdîtinekê de..." ragihand.
Di vê şeva taybetî de, navên mezin ên muzîkê dê li gel Mikaîl Aslan bin.
Beşer Şahîn, Mem Ararat, Erkan Ogur, Cem Erdost Îlerî û Cemîl Qoçgîrî, dê hêzê bidin dika Dîdarê.
Premiyera muzîkalê ku şopên jiyana hunermend jî dihewîne dê şeva Yekşemê 27ê Nîsanê li Navenda Şanoyê ya Bostanciyê ya Stenbolê were lidarxistin.
Aslan di kariyera xwe ya 30 salî ya hunerî de li berhemên wekî Agêrayîs, Miraz, Zernkut, Petag û Xoza imze kiriye û sala borî jî bi Cemîl Qoçgîrî re bi minasebeta 30 saliya rêwîtiya wan a hevpar a muzîkê, albûma "Rû bi Rû" pêşkêşî guhdaran kiribû.
Mîkaîl Aslan di kariyera xwe ya hunerî ya 30 salan de gelek albumên wekî Agêrayîs, Mîraz, Zernkut, Petag û Xoza derxistine par bi boneya rêwîtiya 20 salî xwe ya muzîkê ya bi Cemîl Qoçgîrî re albuma "Rû bi Rû" pêşkeşî hezkiriyên xwe kiribû.
Samî Hêzil: Wergêrên kurd wergerê wek karekî profesyonelî nakin
Nivîskar û wergêr Samî Hêzil diyar kir ku divê em li wergerê xwedî derkevin û wiha got:”Hin tişt têne wergerandin mixabin ji danasîna wan, xwendina wan heta rexneyên derbarê wan de kêm in. Bi min ev jî kêmasiyek e.”
Samî Hêzil yek ji wan nivîskar û wergêrane ku berê xwe daye wergera berhemên klasikên cîhanî yên wek Serpêhatiyên Ulysses, Edgar Allan Poe û herî dawiyê jî berhema J.R.R Tolkien ya bi navê Hobbit hwd e.
Her wiha bi navê berhemên lêkolînê yên wek Kurte-Wêjeya Kurdî û Lehengê Mîtolojiyê jî hin berhemên wî bi xwe hene.
Dawiya vê hefteya borî hem li ser berhema Hobbitê û hem jî li ser meseleya wergera di zimanê kurdî de bernameyeke têra xwe xweş li Wanê li salona Ûvercînkayê hat lidarxistin.
Ev bernameya ku hin nivîskar, rexnegir û romanûsên wêjeya kurdî yên wek Gula Almastê û Ramazan Kaya jî tevlê bûyî, ji aliyê Chalek Evants Wanê ve hat kirin.
Piştî gotûbêj û îmzakirina pirtûkê, him têkildarî berhema Hobbîtê him jî li ser meseleya wergera ji bo zimanê kurdî Samî Hêzil bi bianet kurdiyê re axivî.
Nivîskar ê wergêr Samî Hêzil diyar kir ku divê em li wergerê xwedî derkevin û wiha got:”Hin tişt têne wergerandin mixabin ji danasîna wan, xwendina wan hetta rexneyên derbarê wan de kêm in. Bi min ev jî kêmasiyek e.”