Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nivîskar Lal Laleş û rojnameger Ferîd Demîrel dê li Kıraathane Istanbul Edebiyat Eviyê li ser edebiyata kurdî ya Serdema Sovyetê biaxivin.
Bername wê roja 20ê Îlonê li ser hesabê YouTube yê Kıraathane Istanbul Edebiyat Eviyê bê weşandin.
Piştî salên 1920ê bi herifîna Çarîtîyê, Dewletên Sovyet û Sosyalîst ên Rûsyayê dest bi polîtîkaya “Hemî Netewe Wekhev in” kiriye. Hingê dibistanên kurdî çêbûne, radyoya Êrîvanê û rojnameya Riya Teze dest bi weşanê kiriye.
Ferîd Demirel dê bi Lal Laleş re hevpeyvînekê bike ku ronahiyê bide ser xebatên edebiyat û zimanê kurdî yên serdema Sovyetê.
(AY)